Jinên Ereb: Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven

  • 13:47 25 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên Ereb derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de daxuyanî dan û gotin:"Em zilm û zordestiya li ser gelê Kurd û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Têkildarî mijarê de jinên Ereb ên li Gundê Bîrcarê yê Şengalê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Siham Casim ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bidomin."
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Leyla Guven bi berxwedana xwe bûye mînak û hat gotin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan jinên Ereb ên li Şengalê her dem amade ne.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" bi dawî bû.