Li Konyayê jinek hat qetilkirin

  • 13:38 25 Kanûn 2018
  • Rojane
KONYA  - Li Konyayê mêrê bi navê Mehmet Guzel, Hediya Inanç a ku 7 sal berê jê veqetiya bû qetil kir. 
 
Li Konyayê polîsê bi navê Mehmet Guzel, Hediya Inanç a ku 7 sal berê jê veqetiya bû qetil kir. Bi agahiya welatiyên der û dorê ekîbên tenduristiyê hatin û diyar kirin ku Hediye jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hat diyarkirin ku Mehmet Guzel hatiye binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.