Parêzeran cara 775’an xwestin biçin Îmraliyê

  • 12:11 25 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 775'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Serbay Koklu û Raziye Turgut bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 775’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. 
 
Parezerên Abdullah Ocalan ji 27'ê  Tîrmeha 2011'an ve bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye", “koster di tamirê de ye", “OHAL heye”  daxwazên wan tên astengkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin.