Jinên Qamişloyê: Hêz û îradeya me dê besî êrîşên dijmin bike

  • 11:00 25 Kanûn 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan- Civîn Hisên
 
QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê derbarê êrîşên Tayyip Erdogan de anîn ziman ku ew ê li dijî êrîşan berxwedana xwe bidomînin, dev ji axa xwe bernedin û gotin:"Hêz û îradeya me dê besî êrîşên dijmin bike."
 
Êrîş û gefên Serokkomarê dewleta tirk Tayyip Erdogan didomin. Têkildarî mijarê de jinên Qamişloyê gotin:"Em têk naçin. Em ê heta dawî bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên dijmin bisekinin."
 
'Em ê dev ji bawerî û berxwedana xwe bernedin' 
 
Berpirsiyara Dibistana Jinê ya PYD'ê ya Navçeya Tirbespiyê Sebah Wehîd got:"Dewleta tirk û hêzên emperyalîst her dem Gelê Kurd ji xwe re kirine hedef. Li dijî vê yekê me wekî gelê Kurd her dem xwe parastiye. Her çiqas bi tank û topan êrîşî me bikin jî em ê dev ji bawerî û berxwedana xwe bernedin."
 
'Hêz û îradeya me dê besî êrîşên dijmin bike'
 
Hevseroka Dibistana Jinê ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Xensa El-Hemûd diyar kir ku ew her dem wekheviya hemû gelan dixwaze û wiha got:"Em gefên Erdogan şermezar dikin û em dibêjin ku ew bi gefên xwe nikare me tune bike. Ev axa me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan loma em ê dev ji axa xwe bernedin û her xwe biparêzin. Armanca Erdogan ew e ku hemû gelên li Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe tune bike. Divê em hemû gelên li Sûriyeyê destên xwe bidin hevdu û li dijî êrîşên Erdogan bisekinin. Hêz û îradeya me dê besî êrîşên dijmin bike. Em têk naçin. Em ê heta dawî bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên dijmin bisekinin."