Meclisa Ciwanan a Dêrsimê: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin

  • 10:52 25 Kanûn 2018
  • Rojane
DÊRSIM - Meclisa Ciwanan a Dêrsimê, diyar kir ku binçavkirina endamên wan û girtin wê rê li ber têkoşîna wan negire û ev tişt got: "Em doza kesên mafdar in. Em li dijî faşîzmê banga berxwedanê dikin û bang li hemû ciwanan dikin ku di bin sîwana meclisa HDP'ê de kom bibin."
 
Meclisa Ciwanan a Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê binçavkirina xwendekarên Zainîngeha Munzurê ku di nav wan de 19 endamên wan jî hebûn de daxuyanî da. Meclisa ciwanan diyar kir ku ew ê li dijî tundiyê dest ji têkoşîna xwe bernedin û got ku hevalên wan ên hatine girtin jî wê dest ji têkoşînê bernedin bû bi biryartin vê têkoşînê bidomînin. 
 
Di daxuyaniya ku hat gotin li endamên wan sîxurî hatiye ferzkirin û hat gotin ku hevaleke wan a serê wê gitî destmala serê wê hatiye derxistin û hemû hevalên wan hatine tehdîtkirin. Herwiha di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku 3 endamên meclisa ciwanan hatine binçavkirin û kesên hatine binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Di daxuyaniyê de kuştina Kadîr Sakçi û birîndarkirina lawê wî ku li  Sakaryayê ji ber gotin, 'em kurd in' jî hat şermezarkirin û ji malbatê re sersaxî hat xwestin.