'Heta dawiya emre xwe ez ê têkoşîna doza azadiya Kurdistanê bikim'

  • 10:49 25 Kanûn 2018
  • Rojane
Rûken Goman  
 
QAMIŞLO - Dayika 92 salî ya bi navê Edla Remo ku bi salane li dijî bişaftin û zextan li ber xwe daye û di oxira doza tevgera têkoşîna azadiya Kurd de du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane, got:"Ez serbilind im û ne poşman im. Heta dawiya emre xwe ez ê têkoşîna doza azadiya Kurdistanê bikim." 
 
Dayika Edla Remo ya ku temenê wê 92 salî ye û li Qamişloyê dijî da zanîn ku di oxira tevgera têkoşîna azadiya Kurd de 2 zarokên wê canê xwe feda kirine û got:"Heta vî temenê xwe ez bûm şahidê gelek zilm, zext û têkoşînê. Tevî hemû zordestiyan min gav paş de neavêşt. Zarokên min jî ji bo hêviya azadî û aramiyê canê xwe feda kirin."
 
'Ez bi zarokên xwe serbilind im'
 
Edlayê wiha behsa çîroka xwe ya têkoşînê kir:"Ez ji Bakurê Kurdistanê me. Li gundê Nisêbînê em diman. Wekî malbat ji bo nirxên gelê Kurd em têdikoşiyan û dewlet jî li dijî me derdiket. Dixwestin hevjînê min bixin zindanê. Lê me her li berxwe dan. Me zarokên xwe jî li ser esasê xwedîderketina doza gelê Kurd mezin kir. Zarokên min ên bi navê Edil Celîl û Muhemmed Celîl jî ji bo têkoşîna doza Kurd şehîd ketin. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Li dijî hemû îşkenceyên ku li me dihatin kirin her dem me serî hilda û me paşve gav neavêştin."
 
'Bi dîtina Rêber Apo hêza min zêdetir bû'
 
Edlayê da zanîn ku ew piştre derbasî Rojava bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ev 30 sal in ku ez li Rojava dijîm. Li esasê fikrên Rêber Apo em têkoşîna xwe li vir didomînin. Dema ku min Rêber Apo dît, hêza min zêdetir bû. Ez serbilind im û ne poşman im. Heta dawiya emre xwe ez ê têkoşîna doza azadiya Kurdistanê bikim. Heta vî temenê xwe ez bûm şahidê gelek zilm, zext û têkoşînê. Tevî hemû zordestiyan min gav paş de neavêşt. Zarokên min jî ji bo hêviya azadî û aramiyê canê xwe feda kirin."