Li Mexmûrê koma 4'emîn çalakî dewer girt

  • 10:26 25 Kanûn 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ku hatibû destpêkirin di roja 10'emîn de berdewam dike. Çalakî îro ji aliyê koma 4'emîn ve dewer hat girtin.
 
Di 16’ê kanunê de ji bo şikandina tecrîdê û piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven li her deverê belabûyî li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ê jî greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat despêkirin. Çalakiya ku di roja 10'emîn de berdewam dike îro ji aliyê koma 4'emîn ve dewr hat girtin. Koma ku îro dest bi çalakiyê kir 11 jê jin bi giştî ji 19 kesî pêk tê.
 
Di dema guhertina koman de axaftin hatin kirin û di axaftinan de hat diyarkirin ku ew ê çalakî bi birya berdewam bike. Paşê navê çalakvanên nû têkevin çalakiyê hatin xwendin. Ji koma çalakî dewr girt Bapîr Gundikremo bang li dewletên navneteweyî kir ku dengê wan bibihîzin û got: "Çiruskên despêkê yên ji Zindana Amedê bi Mazluman despêkirî her çuye mezinbûne. Em niha bi hêz in û tu hêz nikare me lewaz bike. Çalakiya me heta encamgirtinê wê berdewam bike.”
 
Ji Komîta Amadekar a çalakiyê Filiz Budak jî destnîşan kir ku ew ê weke Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî heta şikandina tecrîdê çalakiyên xwe berdewam bikin.