Li Îdirê 3 kes hatin girtin

  • 10:19 25 Kanûn 2018
  • Rojane
ÎDIR - Li Îdirê polîsan di 18'ê kanûnê de bi ser malan de girtibûn û 9 kes binçav kiribûn. Ji 9 kesên hatin binçavkirin jê 3 kes hatin girtin. 
 
Di 18'ê Kanûnê de polîsan li Îdirê bi ser gelek malan de girtibûn û 9 kes binçav kiribûn. Polisan di serdegirtina malan de Parlamentera HDP'ê ya berê Kiznaz Turkelî, Hevşaredara Îdirê ya ji peywirê hatibû durxistin Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekin, Hevseroka HDP'ê yê Bajar a berê Oya Malgaz û Vedat Yilmaz,  Kadîr Ozsular, Adem Kartal, Zubeyde Kaynar, Ayşe Bagiş binçav kiribûn. Ozsular li qereqolê hatibû berdan. 9 kesen din jî sewqî edliyê kiribûn. 9 kesan piştî li dozgeriyê îfade dan, dozger jî bi daxwaza girtinê 9 kes sewqî dadgehê kir. Dadger pişti li îfadreya 9 kesan guhdar kir, Hevşaredar Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekin, Bernamzeta Şaredariya Îdirê ya HDP'î Oya Malgaz, Parlamentera HDP'ê ya berê Kiznaz Turkelî,  Ayşe Bagiş, Zubeyde Kaynar hatin berdan. Dadger, Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Cesim Katar, Adem Kartal û Vedat Yılmaz bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê.