Panoramaya çalakiyên Komeleya Mafê Miron ya Feratê ya sala 2018'an
- 10:14 25 Kanûn 2018
- Rojane
QAMIŞLO - KKM'ê di 2018'an de gelek çalakî li dar xist. Ev çalakî ji bo parastina mafên jinê û civakê gelek bi nirx in.
Komeleya Mafê Mirovan ya Feratê (KKM) xwe bala civakê kişand û niha bi hewldanek mezin çalakiyên xwe didomîne. Bi derxistina Rojnameya Mafê Mirovan a bi navê "Caf Maf" karê lijneya jinê nivîsand û ji bo civakê bû çavkanî.
Daxuyanî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û piştigiriya jinên li Efrînê hat dayin. Her wiha ji bo piştgiriya Efrînê çalakiyên mîna meş, konê greva birçîbûnê, semîner hatin dayin. Bi konê greva birçîbûnê ya bi "Ev der Efrîn e" bal kişand ser greva birçîbûnê. Nivîsandina raporên hiqûqî û belgekirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê û gundên wê hat kirin.
Dîsa Konê greva birçîbûnê bi alîkariya Heyva Sor a Kurdî hate lidarxistin û rapor derbarê jinên ku di êrîşan de bûn qurban hatin amadekirin û ji neteweyên yekbûyî re hat şandin. Di raporê de hat gotin ku 36 jin hatin qetilkirin, 50 hatin binçavkirin û 55 jin hatin tecawizkirin. Daxwuyaniyek ji bo roja kesên ku bûn qûrbaniya işkenceyan ya cîhanî ji raya giştî re hate ragihandin. Daxwuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin , ji bo 3'ê meha Tebaxê roja ku êrîş hate ser Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, ku bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin, revandin û tecawiz kirin. Daxwuyaniyek ji bo roja zaroka ya cîhanî hate ragihandin, şahî jî ji bo zarokan li mala zarokên bê kes ya bajarê Kobanê hate lidarxistin. Nivîsandina raporê li ser rewşa zarokan ya jiyanî di hindirê mala zarokên bê kes de, belavkirina biroşoran li her du herêmên Cizîr û Firatê hat kirin. Çalakî ji bo piştgiriya zarokên Efrînê û daxuyaniye bi boneya roja zarokan ya cîhanî hate ragihandin, hijmarê zarokên Efrînê ku bûne qûrbaniya êrîşên dewlet Tirk hatin diyar kirin, ji wan 54'ê zarok hatin qetilkirin, 71 zarok jî birîndar bû, 13 jî hatin revandin.
Şopandina rewşa tenduristî û jiyanî yên welatiyên Efrînê yên ku neçar man û koçberî Kobanê bûn, her wiha hejmara jinên ku bûne qûrbaniya êrîşê dewleta Tirk, ji wan 92 jin bi nexweşiyê cûda ketine, 7 jinên din jî rastî astengdariya bedenî hatine, hat aşkerekirin. Karê vekirina beşek ji Rêxistina mafê mirovan li Kantona Kobanê û bi rêxistinkirina lijneya jinê di hindirê wê de, belgekirina 11 jinên ku hatin qetilkirin, hat kirin. 177 giliyên windabûna jinan li Kobanê hate kirin. 49 dayikan giliyê windakirina zarokên xwe kirin û jê 47 hat çareserkirin.
Beşdarbûna nava çalakiyên 25'ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî şideta ser jinê ya cîhanî ya li Herêma Cizîrê û Firatê xurt derbas bû. Her wiha semîner, meş hat lidarxistin. Belgekirina jinên ku raşî tecawzikirin, revandin û qetilkirinê jî hate diyar kirin. Parêzer û endama Rêxistina Sara Xedîce Birahîm di riya sikaypiyê de beşdarî nava Konferansa Hiqûqê ya li Ewropayê hate li darxistin bû.Beşdarbûna nava çalakiyên Komîteya amadekar ya Komcivîna hiqûqên Sûriyê ku li Kantona Kobanê hate li darxistin, di warê rola jinê de girîng bû. Serlêdana zindana jinê ya Herêma Firatê û amadekirina raporekê di derbarê rewşa wan ya jiyanî û tendiristî di hidirê zinadanê de, hat kirin. Serlêdana kampên koçberan yên Herêma Cizîrê û amadekirina raporekê li ser rewşa jinê di hindirê kampê de, hat kirin.
1500 welatiyên Efrînê ku hatin qetil kirin, hatin belgekirin, ji wan jî 483 jin in.Hevdîtin bi Rojnemevana Îtalî Arsola re hate kirin, nîqaş li ser rewşa jinan di hindirê kampan de hate kirin û ku heya niha çareserî û alîkarî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin. Komkirina îmzeyên bi deh hezaran jin, ji bo şermezar kirina hemleya leşkerî ya Tirkiya yê li ser Efrînê hate kirin. Belgekirina derbasbûna dewleta Tirkiyê li ser sînorên Sûriyê û tecawizkirina 5 jinan, hat amadekiri.