Leyla Guven: Ez ji bo armancekê li berxwe didim

  • 09:12 25 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîdê ev 48 roj in di greva birçîbûnê de ye got:"Ez ji bo armancekê serîhildana xwe û têkoşîna xwe didomînim. Heta ku daxwaza min pêk were ez ê çalakiya xwe bidomînim. Ez li derve bim jî ez ê çalakiya xwe bidomînim."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 48'emîn. Leylayê do bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk anî.
 
Keça Leyla Guven Sabiha Temizkan peyama diya xwe ragihand. 
 
Nêzî 10 kiloyî daye
 
Sabihayê derbarê dayika xwe de agahî da û wiha got:"Tena serê xwe niha dikare bimeşe. Hinek bê hal e. Nêzî 10 kiloyî daye. Tansiyonê wê dikeve, pirsgirêkên êşa serî û razandinê dijî."
 
'Ez ji bo armancekê li berxwe didim'
 
Sabihayê diyar kir ku moralê diya wê baş e û gotiye:"Ez gelek bextewar im. Ji ber ku 
 
wiha got:"Dayika min got ku 'Ez gelek bextewar im. Ez ji bo armancekê li berxwe didim. Ez ji bo armancekê serîhildana xwe û têkoşîna xwe didomînim. Heta ku daxwaza min pêk were ez ê çalakiya xwe bidomînim. Ez xwe aram hês dikim."
 
'Ez li derve bim jî ez ê çalakiya xwe bidomînim'
 
Sabihayê ji diya xwe pirsa 'di rûniştana 26'ê mijdarê de ger tu tehliye bibe dê çalakiya xwe bidomîne' kir û diya xwe got:"Ez li derve bim jî ez ê çalakiya xwe bidomînim." Her wiha Sabihayê da zanîn ku dê dayika wê nikaribe beşdarî rûniştinê bibe. Ji ber ku rewşa tenduristiya wê ji bo vê yekê ne guncav e.