Hediye Encu: Kurê min hevalê min bû

  • 09:10 25 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX- Şivan Encu ku li Roboskê bazirganiya sînor dikir, di encama êrîşa bombeyî ya balafirên şer yên aîdê TSK’ê de, jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Hediye Encu ya digot: “Şivan hevalê min bû. Min her tiştê xwe jê re digot. Ew çû niha Sînanê min ma.”, kurê wê sînan jî di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
 
Çîroka 34 Kurdên li Roboskê ya Qilabana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de hatin qetilkirin bi dehan carî hat nivîsîn. Di ser qetilkirina 34 kesên di encama bombebarana balafirên şer yên TSK’ê de hatin qetilkirin 7 sal derbas bû. Malbatên ku her roj daxwaza edeletê dubare dikin, daxwazên wan ji aliyê desthilatdariyê ve nayên dîtin. Salek berê Hediye Encu ya ji bo kurê xwe Şivan Encu yê hatibû qetilkirin, roportaj da wiha gotibû: “Şivan hevalê min bû. Ew çû niha Sînanê min ma.” Piştî Şivan, kurê wê Sînan yê mîrateya birayê xwe dewr girtibû çend roj berê di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da. 
 
‘Ez ji bîr nakim’
 
Hediye Encu ku amdekariya bibîranîna kurê xwe Şivan dikir, niha çûyana her du kûrên xwe li heman derê wê bibîr bîne û wiha got: “Dewletê Şivanê min bi çekan kuşt. Me 7 sal qedand, em ketin sala 8’an. Vê dewletê di alî edeletê de tu tiştek nekir. Kurê min bê bav bû. Kurê min ji bo me çû. Ez kurê xwe tu car ji bîr nakim. Ez ji wê rojê de reş girê didim. Kurê min çû em tenê man.”
 
‘Piştî birayê min dibistan heram e’
 
Hediyeyê destnîşan kir ku wê niha derî ji kê re vebikin û wiha pê de çû: “Min got Şivan çû Sînan ma. Lê wî jî jiyana xwe ji dest da. Piştî birayê xwe wî li me dinêrt. Niha salvegera her duyan e. Niha ez ê Sînanê xwe jî bi Şivan re bi bîr bînim. Sînan her tim digot ‘Ez piştî birayê xwe çawa biçim dibistanê, dibistan li min heram e.’ Em ê niha derî ji kê re vebikin. Em bi kê bikenin, şad bibin. Ez ê çawa bikevim wê malê. Ji bo dayikekê du êş pir giran e.”
 
Sînan Encu…
 
Sînan Encu hêj 19 salî bû. Li nêzî gûnd di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Di belgefîlma Bîra Mi’tên ya bazirganiya sînor vedigot de cih girtibû. Sînan di belgefîlm de bi gotinên ‘Ji vir derbas dibûn tê bîra min’ di hişan de cih girtibû. Sînan piştî birayê xwe dest ji dibistanê berdabû û dest bi şivaniyê kiribû.