Meclîsa Ciwanan a HDP’ê:Em li dijî asîmîlasyonê dikevin tevgerê

  • 09:08 25 Kanûn 2018
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan Buşra Koyun bernameya salekê ya çalakî û bernameyan a Meclîsa Ciwanên HDP’ê nirxand û got: “Em li dijî asîmîlasyonê dikevin tevgerê, em qursên ziman didin destpêkirin.”
 
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di 25’ê Mijdarê de li Amedê Kongreya Ciwanan pêk anî û piştî vê jî der barê rêxistinbûna xwe de biryarên nû girtin, di van biryaran de berxwedana li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê jî cih girtin. Meclîsa Ciwanan xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li girtîgehê ji 8’ê Mijdarê de didomîne jî, derket û gotin ew berxwedanê silav dikin.
 
‘Li dijî zîhniyeta serdest a mêr serhildan bû’
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Buşra Koyun daxuyakirin ku beriya kongreyê konferans pêk anîne û bi van konferansan jî rêxistinbûnek derketiye holê û wiha got: “Bi vê re jî biryara kongreyê derket. Di amadekariya kongreyê de hevalê me Tuna hat girtin û bi vê re furya binçav kirin û zext hat destpêkirin. Tevî vê me kongreyek baş li dar xist. Ji her derê hevalên me hatin. Kongre di 25’ê Mijdarê de pêk hat. Me bi taybet di 25’ê Mijdarê de pêk anî ji ber girîngiya wê rojê hebû. Ev di esasê de serhildanek li dijî zîhniyeta serdest a mêr bû. Ji Rojhilat û Başur jî hevalên me tevlî bûn û ev jî peyamek girîng a ji bo yekitiya neteweyî bû.”
 
‘Em ê ji pêvajoyê re bibin bersiv’
 
Buşrayê destnîşan kir ku di kongreyê de Lijneya Rêveberiya Ciwanan (LRC) hatiye hilbijartin û di 16’ê Kanûnê de li Amedê bi tevlîbûna hemû pêkhateyan civîna LRC'ê pêk hatiye. Buşrayê wiha dirêjî da axaftin xwe: “Me plan û xeta çalakiyan a mehekê derxist. Di van plansaziyan de ji bo me ya ewil çalakiya Leyla Guven û tecrîdkirina Abdullah Ocalan bû. Em ciwan wê bibin bersiva pêvajoyê. Em ê bi şîara ‘tecrîd û faşîzmê parçe bike’ van çalakiyên xwe pêk bînin. Me di civînê de li dijî asîmîlasyonê jî biryar girtin. Em ê berxwedanek xurt li dijî vê nîşan bidin.”
 
‘Em li dijî asîmîlasyonê dikevin tevgerê’
 
Buşra derbarê qursa zimanê Kurdî û Kirmanckî ya li Amedê wê bidin destpêkirin de axivî û ev tişt anî ziman: “Pergal êrîşî çand û zimanê me dike. Dibistanên me hatin girtin. Qursên me hatin girtin. Em ciwan li dijî van polîtîkayan dikevin tevgerê. Em hemû hevalên xwe yên ciwan dawetî qursê dikin. Her wiha em ê li dijî xespskirina îradeyê jî rola xwe bilîzin.”