Di dewleta qedexeker de têkoşîna demokrasî û destkeftiyên jinan
- 09:04 25 Kanûn 2018
- Rojane
Sîbel Ozalp
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di roja îro de tevî hemû şert û mercên zehmet li dijî zîhniyeta serdest a mêr jin xwe birêxistin dikin û li her qadê li dijî binpêkirina zayendê, zextan û qirkirina jinan li berxwe dan. Seranserê salê di her çalakiyê de bêdeng neman û gotin wê têkoşîna wan bidome.
Li Tirkiye û cîhanê pêkanînên zîhniyeta serdest a mêr a li hemberî jinan rewşa bi xeter a li hember jinan nîşan dide. Qirkirina jinan bi awayekî aşkera didome û têkoşîna jinan a li hember vê jî yekser didome. Di 6 mehên ewil ên 2018’an de bertekên jinan ên li hemberî van pêkanînan mezin bûn. Jinan li her qadê li dijî şîdeta li ser jinan, binçavkirin û girtinan dengê xwe bilind kirin. Di encama bertekan de jinan deskeftî jî bi dest xistin.
Di meha çile de li dijî binpêkirinan daketin qadan
Jin di meha ewil a salê de li dijî binpêkirinan daketin qadan. Jin li dijî îfadeyên li ser malpera fermî ya wezereta karê diyanetê ya derbarê rewakirina îstîsmara zarokan û di temenê biçûk de zewacê de, daketin qadan, bertek nîşan dan. TJA, Meclîsên jinan, jinên femînîst, parêzvanên mafê mirovan û gelek aliyan bertek nîşanî Diyanetê dan. Diyanetê li ser bertekan rûpela ku îfadeyên mijara gotinê tê de cih digirtin, rakir.
Pêkanîna Vagona Şîrik rakirin
Yek ji destkeftiyên jinan a girîng jî rakirina pêkanîna vegona Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê ya bi tu tiştî ji bo jinan nehatibû veqetandinê bû. Jinan ev pêkanîn qebûl nekirin û li ser vê pêkanîna ‘Vagona Şîrik’ hat rakirin.
#Bêahlaqîdimêjiyêwedeye
RTUK’ê der barê dîziyên TV’yan de ku cih dida şîdeta li ser jinê, tu qedexe pêk neanî, lê klîba stranbêj Hadîseyê bi hinceta ‘erotîk e’ ceza lê birî. Hadîsê li ser çapemeniya civakî bertek nîşan da û got: “ ‘mêr dikarin bikin, jin wê bêdeng bin’ ez li dijî vê zîhniyetê me. Ez wek jinekê qey neçar im serî bitewînim? Na.” Jinên piştgirî dan Hadîseyê gotin, #Bêahlaqîdi mêjiyêwedeye
Aktîvîstên jin hatin binçavkirin
Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven bi hinceta bertek nîşanî êrîşên li hemberî Efrînê da hat binçavkirin û girtin. Ji aliyê din aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan li Nisêbînê hat binçavkirin, 11 roj şûnde hat berdan. Aktîvîsta KJA'yê ya bi KHK’ê hat girtin, Ayla Akat Ata jî hat binçavkirin û girtin.
Meclîsa Jinan kom bû
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de jinan li her derê çalakî pêk anîn. Li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wanê bi pêşengiya TJA’yê çalakiyên mezin pêk hatin. Li Stenbolê jî bi hezaran jin bi meşa şevê li Kolana Îstîklalê hatin cem hev. Meclîsa jinan di 11’ê Adarê de kom bû rota xwe diyar kirin.
Piştî rojan şûnde qanûna ku xistina sînorê temen a di îstîsmara zarokan pêşniyar dike, mafê nefeqa jinan sînor dike di rojeva jinan de cih girt. Jinan gotin ‘Ew qanûnên dîtbarî naxwazin ew çareseriyên mayînde yên pêşî li îstîsmarî digirin, dixwazin.Pêşnûme bi rojeva hilbijartinên Giştî yên 24’ê hezîranê hat taloqkirin.
Di 24’ê Nîsanê de li Bangladeşê mexezeyek 8 kat hilweşya û piranî jê jin hezar û 138 karkerî jiyana xwe ji dest dan. Bi pêşengiya TJA’yê li gelek bajarî çalakî pêk hatin û bertek hat nîşandan.
#FlormarDeğilDirenişGüzelleştirir
Berxwedana karkerên Flormarê ku di meha gulanê de dest pê kirin hîna didome. Jinên endamên sendîkayê bi hinceta sendîkayî ne dawî li karê wan anîn û jinan li dijî vê dest bi çalakiyê kirin. Jinan ev berxwedan li ser çapemeniya civakî bi etîketa #FlormarDeğilDirenişGüzelleştirir parve kirin.
Bi jinan re hatin cem hev
TJA’yê di meha Gulanê de ji bo hilbijartinên 24’ê hezîranê danezana bi sernavê ‘azadî ji bo jinan demokrasî ji bo komarê’ parve kirin û di danezanê de gotin divê li ‘Parlamentoya jin’ û ‘wezareta perwerdeya vekirî’ bê avakirin.
Wezaret bûn yek
Piştî hilbijartinên 24’ê hezîranê wezaret bi serokomariyê ve hatin girêdan û hinek wezaret kirin yek. Hinek jî navê wan guhertin. Yek ji van jî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî bû û ev wek Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatê hat guhertin. Jinan li dijî vê gotin "#KadınBakanlığıŞart" şert e.
Di rojên din de jî xebatkarê flormarê çalakiya xwe berdewam kirin û 45 roj li pey xwe hiştin û jin bi etîketa #FlormarVeYvesRochereBoykot hatin cem hev.
Jinan piştgirî dan Berna Laçîn
Hunermend Berna Laçîn bi gotina ‘ger darvekirin çareserîbûna wê îro li axa Medînê tecawizê rekor neşkandiba’ diyar kir ku darvekirin ne çareserî ye û bang li dewletê kir ku peywira xwe bîne cih. Li ser vê lêpirsîn hat vekirin û jinan li ser çapemeniya civakî #BernaLaçin piştgirî danê.
Meclîsên jinan piştî wezaret bûbûn yek daxuyaniyên ‘Wezareta jinan tune be em jî tune ne’ dan. Jinan her wiha bertek nîşanî gotinên tehdîdwarî û şîdetê yên siyasetmedaran dan. Bi taybet Suleyman Soylu ji ber gotinên zayendperest rastî bertekan hat.
‘Divê saziyên jin û zarokan bên vekirin’
TJA’yê daxuyanî da û got divê wezareta mafê zarokan bê avakirin û sererastkirinên qanûnî bên kirin. Her wiha daxwaz kir ku divê saziyên jinan û zarokan ên hatine girtin bên vekirin.
Bi jinên Êzidî re piştevanî
Di meha Tebaxê de bi munasebata salvegera komkujiya Şengalê li her derê çalakî pêk hatin û bi etîketa #1DakikaSessizlikleEzidiSoykırımınıHatırlat çalakî pêk hatin. TJA’yê ji bo Kubra Ogur a ji aliyê hevjîn ve hat qetilkirin jî daxuyanî dan û gotin wê şopdarê dozê bin.
Li dijî fuhuşê bertek
TJA û Komeleya Piştevaniya Mala Jiyanê bi nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li dijî skandala fuhuşê ya Bajarê Kon a Telhamutê bertek nîşan dan. Parlamenterên HDP’ê bûyera li Telhamutê birin meclîsê.
Piranî jin ji 100’î zêdetir kes hatin binçavkirin
Êrîşên li hember jinan di meha cotmehê de derket asta herî jor. Navenda wê Amed li gelek bajarî operasyon pêk hatin û piranî jê jin ji 100’î zêdetir kes hatin girtin. Ligel vê dîsa gotinên zayendperest yên li hember mafê jinan berdewam kirin û serokê TBMM’ê Bînalî Yildirim di bernameyekê gotibû ‘ mêr dibêjin hûn pere didin jinan em nikarin bizewicin’. Ligel vê sînorkirina nefeqeyê hat rojevê. Lê jinan dîsa dest ji têkoşînê bernedan. Di çapemeniyê de jî gotinên dijminê jinê cih girtin û rojnameya Yenî Akît bi manşeta ‘cihê jinê mala wê ye’ weşana xwe berdewam kir.
Di 25’ê Mijdarê de jin li Kolana Îstîklalê hatin cem hev û rastî astengiya polîsan hatin. Jinan li kolanan çalakiya xwe belav kirin.
Dekanê Fakulteya Zanistên Fezayê ya Zanîngeha Necmettîn Erbakan Prof. Dr. Mehmet Karalî li hember jinan gotinên zayendperest bi kar anî, rastî berteka jinan hat û di encama vê de ji peywirê hat girtin. Jinan heta dawiya salê têkoşîna xwe berdewam kirin. Li aliyê din Komeleya Jinan a Roza li Amedê hat vekirin. Di yekem rûniştina rojnameger Kîbriye Evren li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin, lê daxwaza tahliyeyê hat redkirin. Ligel vê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî li her derê çalakiyên piştgiriyê didomin.