ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 25 Kanûn 2018
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Kargeha Cilên ji Rîsê ya Qamişloyê Nezîha Serdînî diyar kir ku ew ji bo alîkariyê bidin tevahî jinan kar û xebatên xwe didin meşandin û got:"Ji bo em bi hêviyek mezin li jiyanê binêrin divê em nirxekî mezin bidin keda destan û xebata jinan. Em jî hewl didin û em dev ji keda destan bernadin."DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê di roja îro de tevî hemû şert û mercên zehmet li dijî zîhniyeta serdest a mêr jin xwe birêxistin dikin û li her qadê li dijî binpêkirina zayendê, zextan û qirkirina jinan li berxwe dan. Seranserê salê di her çalakiyê de bêdeng neman û gotin wê têkoşîna wan bidome.
 
*Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan vekişîna DYA’yê ya ji Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku di serî de DYA hemû hêzên emperyalîst divê ji Rojhilata Navîn derkevin û divê Sûriye bixwe biryara pêşeroja xwe bide.DÎMEN HEYE
 
*Sevka G. ya rastî şîdeta sîstematîk hat diyar kir ku , tevî ku Ozkan O. yê bi dehan carî hewl da wê bikuje, kargeriya wê şewitan, malbata wê tehdîd kir jî, polîsan tu tedbîr negirtiye. Sevkanê wiha got: “Emniyeta Meletê mêr diparêze. Ozkan dîsa serbest e, dîsa bi çek e, dîsa tehdîdên mirinê dike. Êdî bes e, gelo kesê dengê min bibîhize tune ye?”
 
*Endama Meclîsa Ciwanan Buşra Koyun bernameya salekê ya çalakî û bernameyan a Meclîsa Ciwanên HDP’ê nirxand û got: “Em li dijî asîmîlasyonê dikevin tevgerê, em qursên ziman didin destpêkirin.”DÎMEN HEYE
 
*Şivan Encu ku li Roboskê bazirganiya sînor dikir, di encama êrîşa bombeyî ya balafirên şer yên aîdê TSK’ê de, jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Hediye Encu ya digot: “Şivan hevalê min bû. Min her tiştê xwe jê re digot. Ew çû niha Sînanê min ma.”, kurê wê sînan jî di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. BI DÎMEN