Li Licê qedexeya derketina derve bi dawî kirin

  • 08:54 25 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED  - Li 7 tax û gundên navçeya Licê qedexeya derketina derve ku 3 roj berê îlan kiribûn bi dawî kirin. 
 
Li gundên Çemê Elika û Xeraba û gundikên Miaran Komu, Kilaraş Komu, Şakan, Ayaz û  Akçapinarê di 23'ê Kanûnê de qedexeya derve hatibû îlankirin. Qedexe şevê din saet di 24.00'an de bi dawî bû. Li herêmê beriya qedexe bê îlankirin yekîneyên  tîmên taybet tev li operasyonê bûbû. Di operasyona serdegirtina malan de 3 kes hatibûn binçavkirin.