‘Em hêza xwe ji berxwedana Avesta û Barînan digrin’
- 15:57 24 Kanûn 2018
- Rojane
MINBIC - Yekitiya Jinên Ciwan a Tirkmen a Minbicê derbarê gefên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ew ê li dijî hemû êrîşên li ser bajarê xwe bisekinin.
Li bajarê Minbicê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tirkmen a Minbicê li stada bajêr kom bûn û derbarê gefên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Pêkhateyên tirkmen gefên dewleta tirk a dagirker li dijî Minbic û tevahî xaka Sûriyê şermezar dikin" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê endama yekitiyê ku bi eslê xwe tirkmen e Xedîca Mihemed ve bi zimanê tirkî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
"Em bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Minbic, bi dirûşmeya "Li ber xwe bide, serî hilde û dagirkeriyê helweşîne", em ê çirûska destpêkê li dijî dagirkeriya tirk vêxin. Jina azad dê guleya destpêkê li dijî kesên ku dixwazin careke din astengiyan ji bo jinan derxin biteqîne. Da ku wekheviya civak û hemû pêkhateyan bi dest bixe.
‘Em ê di rêza herî pêşî de li ber xwe bidin’
Ne gefên te û ne jî sozên te tu carî li pêşiya îrade û berxwedana me nabin asteng. Em civakeke azad û demokratîk in. Jinan mafê xwe bi dest xistgine. Em ê di xetên pêşîn ên berxwedanê de cihê xwe bigrin. Em ji berxwedana şehîd Barîn Kobanê û şehîd Avesta Xabûr hêzê digrin. Emê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Ji ber ku rêya wan, rêya ber bi azadiyê ve ye."
Daxuyanî bi druşmên “Bijî Berxwedanan Serdemê”bi dawî bû.