Rêxistina HDP'ê ji jinên girtî re kart şandin
- 14:34 24 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, ji bo jinên siyasetmedar ên di girtîgehê de kartên sersalê şandin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, ji bo jinên siyasetmedar ên di girtîgehê de kartên sersalê şandin. Kartên ku hatin şadnin ji aliyê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û rêvebirên navend û navçeyan ên jin ve hatin nivîsandin. Jinên ku qert nivîsandin ji avhiya HDP’ê heta Poltexaneya Yenîşehîra Mêrdînê meşiyan û li postexaneyê kertên ku nivîsandibûn ji jinên siyasetmedar ên girtî re şandin.
Jinên ku li ber postexaneyê kom bûn beriya ku kartên xwe rê bikin ev peyam dan: “Em ê heta dawiyê li pey hevalên xwe bin. Heta ew bên berdan em ê dev ji vê têkoşînê bernadin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de hevalên me bên berdan.”