Jina ku li Çemçemalê hate şewitandin jiyana xwe ji dest da

  • 13:32 24 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ku tevî zarokên xwe li Çemçemalê tê gotin ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye şewitandin, şevê din li nexweşxaneya Lezgîn a Silêmanî jiyana xwe ji dest da. 
 
Sêwan Qadir Nûrî (23) li gel 3 zarokên xwe li navçeya Çemçemal ya bajarê Silêmaniyê bi awayeke biguman şewitîbûn. Destpêkê zarokên Sêwan jiyana xwe ji dest dan, şevê din jî Sêwan piştî hefteyek li ser bûyerê re derbas bûye, jiyana xwe ji dest da.
 
Sêwan, di 16’ê Kanûnê de li Taxa Asûde ya navçeya Çemçemalê ku dayîka 3 zarokan bû di malê de bi awayeke biguman şewitîn. Navê zarokên Sêwan Larîn Diyar (2), Darîn (5) û Derûn (1) bûn. Hemû zarokên wê û herî dawî jî ji ber sedî 90’î bedena Sêwan şewitîbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.  
 
Îro cenazeyê Sêwan berbi Çemçemalê ve hate şandin û wê li wir were definkirin.
 
Di derbarê bûyerê de dayîk û bavê Sêwan wiha got, Diyar Mecîd hevserê Sêwan  jin û zarokên xwe şewitandiye. Malbat dixwazin doza Sêwan û zarokên wê li dadgeha Silêmanî were lêkolînkirin.
 
Rêxistinên jinan ji bo  şermezarkirina vê hovîtiyê li ber deriyê nexweşxaneya Silêmaniyê çalekî li dar xistin.
 
Di 17’ê kanunê de piştî bûyerê rojekê hevserê Sêwan Diyar Mecîd li ser biryara dadgehê hat girtin.