KCD: Biryar bê statûhiştina kurdan e

  • 12:59 24 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - KCD’ê, diyar kir ku biryara DYA’yê ya paşvekişandina ji Bakurê Sûriyeyê, tê awateya tesfiyekirina Gelê Kurd. KDC’ê da zanîn ku ji bo Gelê Kurd nebe xwedî statu ev biryar hatiye dayîn û got: “Partiyên siyasî û saziyên kurd, divê li dijî vê biryarê ji bo “Yeketiya Neteweyî” bikevin nava tevgerê. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) , derbarê pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Li Rojhilata Navîn, dewletên paşverû-mêtîngeh û hêzên nokerên herêmî ji sala 2011’an ve bi awayekê pir kûr li dijî gelên Rojhilata Navîn şer dikin. Di encama vî şerê bi xwîn de, dixwazin Rojhilata Navîn ji nû de dizayn bikin. Ji ber vî şerê bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov welatên xwe terk kirin, gund, navçe û bajar hatin şewitandin û hilweşandin. Bi vê sûcên herî mezin ên mirovahiyê hatin kirin.”
 
KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga hestiyariyê kir û wiha got: “Biryara Serokê DYA’yê Trump a vekişîna ji Bakurê Sûriyeyê, divê li her çar parçeyên Kurdistinê, hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd û hemû kesayetên nav û deng ji bo yekitiya neteweyî bixe nava tevgerê. Ji ber ku ev biryar, di kesayeta  gelê Rojava de li dijî hemû kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo ku Gelê Kurd nebe xwedî statû ev biryar hatiye dayîn û dixwazin bi vê biryarê Gelê Kurd tasfiye bikin. Em bang li hemû gel û neteweyan dikin ku piştevaniyê bidin gelê Rojava yê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dayîn. Di vê çarçoveyê de em banga hestiyariyê li hemû kesan dikin ku li dijî êrîş û hewldanên dagirkirinê yên rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê tevbigerin.”