Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê: Divê sûcên nefretê bê ceza neyên hiştin

  • 12:21 24 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bertek nîşanî êrîşa nîjadperest a li dijî Kadir Sakçi û lawê wî Burhan Sakçi da û got:" Divê sûcên nefretê bê ceza neyên hiştin."
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Stenbolê derbarê êrîşên nîjadperest ên di dema dawî de zêde bûne de daxuyanî da û got:"Êrîşên nefretê yên îktidarê yên li dijî Kurd, Elewî, LGBT'î û kesên xwedî nasnameyê cuda nayên qebûlkirin. Her roj ev êrîş zêde dibin divê rê li vê yekê bê girtin."
 
'Êrîşên nefretê gumanên me zêde dike'
 
Di daxuyaniyê de yên ku li Sakaryayê bi êrîşa nîjadperestî rû bi rû man û Kadir Sakçi jiyana xwe ji dest da, hatin bibîrxistin û hat gotin ku êrîşên nefretê yên li dijî Kurdan ne nû ye û ev her ku diçe zêde dibe, êrîşên nefretê gumanên me zêde dike.
 
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin:"Divê sûcên nefretê bê ceza neyên hiştin. Êrîşên nefretê yên îktidarê yên li dijî Kurd, Elewî, LGBT'î û kesên xwedî nasnameyê cuda nayên qebûlkirin. Her roj ev êrîş zêde dibin divê rê li vê yekê bê girtin."