Jinên DAKAP'ê beriya hevdîtinê li Amedê civiyan

  • 12:10 24 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Jinên DAKAP'yî ku beriya "Hevdîtina Jinan a Tirkiyeyê" hatin gel hev  diyar kirin ku divê "Beriya êrîşan xwe bi rêxistin bikin" û bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan.
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) bi dirûşma "Jin bi hev re bi hêz in" beriya Hevdîtina Jinan a Tirkiyeyê ku wê di 5-6'ê Çileya 2019'an de bê kirin li Egtîm Sen'a Amedê li Şaxa hejmar 2 duh hat  gel hev. Bi giştî di civîna ku herî kêm ji 35 jinan pêk dihat de jinan nexşerêya xwe niqaş kir û li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî nirxandin hat kirin. 
 
'Divê di serî de em xwe birêxistin bikin'
 
Jinan di civîna xwe de çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û ev 47 roj e berdewam dike silva kirin. Mijara herî girîng ku jinan di civînê de bal kişand ser jî jinên ku hatin qetilkirin û bi tundiyê re rûbirû hatin hiştin û polîtîkayên qeyûm bûn . Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan di civînê de axivî. Ayşe bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê û wiha got: "Gelek mijarên ku em li ser biaxivin û niqaş bikin hene.  Lê em dizanin ku bêyî rêxistin axaftin û niqaş bê wate ne. Ji ber wê divê ku em di serî de xwe bi rêxistin bikin."
 
'Hatina gel hev gelek girîng e'
 
Endama DAKAP'ê Ceylan Aslan jî ku armanca hatina gel heva ajinan şîrove kir di serî de çalakiya greva birçîbûnê silav kir, got ku ev grev bi pêşengiya jinan hatiye kirin û wiha berdewam kir: "Di navbera 5-6'ê Çileyê de wê hevdîtina me pêk bê. Di vê hevdîtinê de bi jinan re hatina gel hev ji bo me gelek girîng e û hêzê dide me."
 
'Me di 25'ê mijdarê de careke din tundiya polîsan dît'
 
Ceylan di berdewamiyê de diyar kir ku ew ê di nava niqşên xwe de bi jinan re raporekê amade bikin  û vê raporê di Hevdîtina Jinan a Stebolê de bi hemû jinan re parve bikin.  Ceylan  wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rapor biryarên me yên hevpar ên di encama niqaşan de derketine holê. Em ê wekî nûnertî 5-6 jin di wê civînê de cih bigirin û rapora xwe ragihînin. Piştî tundiya polîsan a di 25'ê Mijdarê de jî me êrîşa li ser jinan careke din dît. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re jî wê ev hevdîtin bibe sedem ku em polîtîkayên qeyûman deşîfre bikin û têkoşîna wan derxînin holê. "