'Ku tecrîd bi dawî nebe em ê bi çalakiyên cuda têbikoşin'
- 16:48 18 Mijdar 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Li 5 bajarên Kurdîstanê ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin greva birçîbûnê ya dorveger ji bo du rojan hatibû destpêkirin. Li Colemêrgê greva birçîbûnê îro bi peyama têkoşînê bi dawî bû.
Parlementera HDP û Hevseroka KCD`ê Leyla Gûven ji bo ku balê bikşîne ser tecrîta li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê di roja xwe ya 11`êmîn de berdewam dike. Greva birçîbûnê bi pêşengiya HDP’ê li 5 bajaran hate destpêkirin. Greva ku duh bi tevlîbûna Parlementerên HDP’ê Nuran Îmîr Saît Dede û rêxistinên HDP,DBP yên navend û navçeyan hatîbû destpêkirin, îro bi daxuyaniyeke bi dawî bû.
'Daxwaza leyla ya me ye'
Daxuyanî ji aliyê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ve hat dayîn. Nuranê anî ziman ku ew ê dev ji têkoşînê bernedin û got ku daxwaza Leyla Gûvenê daxwaza wan e û wiha got:” Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Gûvenê me 5 navendan dest bi greva birçîbûnê kir. Di çalakiyê de daxwaza me ya sereke rakirina tecrîta ser Rêberê gelê kurd û ji hikûmeta AKP’ê re hişyarî bû . Ger ku di rewşa birêz Ocalan de veguhertinek pêk neyê em ê têkoşîna xwe bi çalakiyên cûda berxwedana xwe bidomînin. Dibe ku îro çalakiya me bi dawî bibe, lê em dê li her derên jiyanê berxwedana xwe û têkoşîna xwe bilind bikîn. “
'Dê jin sibe li Amedê çalakiyê li dar bixin'
Nuranê da zanîn ku sibê tevgerên jinan ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Gûven û jinên girtî ew ê ber girtîgeha Amedê bikevin çalakiyê û wiha bi dawî kir:” Sibê em ê bi pêşengiya TJ’yê em ê ber girtîgehê bicivîn û li ber girtîgehê em ê daxuyaniyê bidîn çapemeniyê. Di vê heftiyê de çalakiyên 25'ê mijdarê yên li dij îtundiyê hene. Em wekî meclîsa HDP’ê dê çalakiyên me yên li dijî tecrîta ser birêz Abdullah Ocalan û tundiya li ser jinan ji 20’ê mehê şûnde destpê bikin . Em ê van çalakiyên xwe berdewam bikin.”
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.