Çalakiya xizmên windayan ket hefteya xwe ya 509'an

  • 16:20 10 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Di hefteya 509'emîn a çalakiya xizmên windayan de li aqubeta Ali Tekdag ê ku ev 23 sal e agahî jê nayê girtin hat pirsîn.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Şaxê Amedê û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 509'emîn de çalakî li dar xist û li aqubeta Ali Tekdag hat pirsîn. Çalakî ji ber qedexekirina walîtiya Amedê dîsa li avahiya Komeleya Mafên Mirovan hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin û Endamên KESK'ê û Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan çalakiyê. Vê hefteyê li aqubeta Ali Tekdag ê ku ev 23 sal e agahî jê nayê girtin hat pirsîn.
 
Di çalakiyê de xwişka Ali Tekdag, İffet Mutaş axivî û diyar kir ku birayê wê gelek caran hatiye binçavkirin û di 13'ê Mijdara 1994'an de hatiye revandin û êdî agahî jê nehatiye girtin. Îffetê diyar kir ku birayê wê 6 mehan di bin îşkenceyê de maye. 
 
23 sal e agahî jê nayê girtin
 
Piştre Endamê Komisyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan Adnan Orhan çîroka Ali Tekdag parve kir. Adnan cih da gotinê hevsera Alî û çîrok wiha hat ravekirin:"Di 13'ê Mijdara 1994'an de em bi hev re ji malê derketin. Em bi wesayetê çûn Şekerbanka Derê Çiyê. Piştre Alî got karê min heye lê ez ê werim. Piştre min dît ku 3-4 kesên di destên wan de çek hene ew Ali dişopandin. Piştre derb bera hevserê min dan. Dawiyê çakêtê wî bi serê wî gerandin û ew birin ba hêzên taybet.
 
'Gotin careke din neyê vê derê'
 
Adnan da zanîn ku hevsera Ali wê demê serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê daye û wiha domand:"Piştre min bi daxwaznameyekê serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da. Wan jî gotin ev bûyer hîn nû ye piştre were. 3 roj şûnde ez dîsa çûm. Piştre ez her roj çûm. Du meh şûnde polîsê li ber derî bi min re xeyidin û min derxistin pêşberî dozger. Dozger got ka şahid. Min jî got şahid ez im. Min ji hundur derxistin û gotin careke din neyên vir."
 
Daxuyanî bi rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.