Nobeta Saziya Malbatên Şehîdan dayik digirin

  • 09:38 10 Mijdar 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Ji dayikên ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî nobetê digire Siti Yaman got: "Hevjînê min û lawê min di vê wargehê de ked dan û şehîd ketin heya bijîm ez ê li keda wan xwedî derkevim."  
 
Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di sala 1995'an de hatiye avakiririn. Ji wê demê heya niha welatiyên wargehê bi taybetî jî malbatên şehîdan lê xwedî derdikevin û her dem ziyaret dikin. Her rojên çarşeman hemû wargeh lê kom dibin û agahiyên di derbarê rojevê de ji wê hîn dibin. Her roja çarşemê ji Meclisa Gel a wargehê rêveberek amade dibe û di derbarê rojevê de agahiyên heyî bi welatiyan re par dike. 
 
Di heman demê de malbatên şehîdan li saziyê nobetê digirin. Bi roj dayik, bi şev jî mêr piranî ciwan digirin. Her roj dora dayikek şehîdan a nobetê ye. Dayika Sitî Yaman jî nobetê digire. Sitî ji me re çîroka penaberiya xwe, windakirina hevjîn û kurê xwe vegot. 
 
'Em xwedî li keda berxwedêran derdikevin'
 
Sitî di despêkê de ji penaberiyê dest pê kir û got: "Di sala 1992'an de ji ber serdegirtin û tehdîdên dewleta tirk em ji gundê xwe derketin çûn Zelê. Heya sala 1994'an kamp hat avakirin em ji wê derbazî nava wargehê bûn. Ji wê demê de em di nava karê wargehê de ne. Em xwedî li keda berxwedêran derdikevin."
 
'Ligel nexweşiya pençeşêrê dîsa jî dixebitî'
 
Sitî destnîşan kir ku kurê wê Mamoste Mehmed hîna ciwan bû bi nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û wiha domand: "Mehmedê min hîna li Zelê biçûk bû dema dest bi perwerdedayînê kir. Destpêkê di wargehê de wî waneya zimanê kurdî da. Heya sala 1999'an bê navber mamostatiya zarokên wargehê kir. Dawiyê bi nexweşiya penceşêrê ket, li gel wê nexweşiyê jî dixebitî. Dawiyê ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da."
 
'Bi kedek mezin ji nava me bar kirin' 
 
Sitî bi lêv kir ku hevjînê wê Îsmaîl Yaman jî heya jiyana xwe ji dest dayî her dem çenteyê wi yê tenduristiyê pê re bû û li gelek deveran karê tenduristiyê kiriye û wiha pêde çu: "Ez çiqasî bêjim keda Îsmaîl nikarim bînim ziman. Wî berê xwe hînî karê tendirustiyê kiriye. Ji destpêka avabûna wargehê heya nefesa xwe ya dawî xizmeta tenduristiyê kir. Di şerê Efrînê de ji bo xizmeta tendirustiyê çûbû. Herî dawî ji Efrînê vegeriya hinek bêhna xwe da ku êdî ji bo xizmetê biçe Şengalê, çenteyê xwe jî amade kiribû. Bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Hîna çenteyê wî yê ji bo çûyina Şengalê dagirtiye, min vala nekiriye. Ew fedekar û bi berpirsiyar bû. Ji bo xizmeta tenduristiyê li her deverê bû. Tenê ne nobeta saziyê çi ji min bê xwestin ez ê ji bo hevjînê xwe, lawê xwe û hemû têkoşerên azadiyê bikim. Ew mirovên hêja bûn, ked dan û bi kedek mezin ji nava me bar kirin."