Wasiyê Abdullah Oclan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 12:21 9 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL -  Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Parêrzer Mazlûm Dînç, ji bo biçe hevdîtina Ocalan serê li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
 
Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçe Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
 
Li aliyê din, ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez, Fuat Coşacak ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevditin bikin duh cara 762’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.  
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.