'Parastina mafê jinê parastina mafê civakê ye'

  • 09:02 9 Mijdar 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
LUBNAN - Berdevka Komeleya Newroz a Jinê Henan Osman derbarê maf û zagonên ku jinê diparêze de axivî û got:"Li Lubnanê ji bo parastina mafê jinê û zagonên ku jinê di bin baskên xwe de disitirîne, têkoşînek têr û tije nayê dayin. Pergala Lubnanê jinan têra xwe ji tundî, zordestî û neheqiyê naparêze. Ji parastina mafên hemû jinên cîhanê em di nava hewldanê de ne." 
 
Berdevka Komeleya Newroz a Jinê Henan Osman derbarê maf û zagonên ku jinê diparêze de wiha got:"Niha em li Lubnanê jî di nav hewldana ku jin bikaribin mafên xwe bi dest bixin de ye. Jinên Lubnanê jî bi îradeya xwe bawer in, dikarin di nava her qadê de têkoşîna jiyanê bidin. Divê derfet bê dayin ku jin li hemû derê bikaribin xwe bi awayekî azad bikaribin îfade bikin. Li qadek ku jin û mêr ne wek hev bin li wir em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Parastina mafê jinê parastina mafê civakê ye."
 
'Divê hemû zagonên li cîhanê tên avakirin jinê bikaribe biparêze'
 
Henanê bal kişand ser zagonên ku mafê jinê diparêze û wiha got:"Ji bo di civakê de kesayet xurt û jixwebawer bê avakirin parastina mafên jinê girîng e. Divê hemû zagonên li cîhanê tên avakirin jinê bikaribe biparêze. Bi taybet jî pêşiya jinê di qada siyasetê de tê girtin. Divê pergalên heyî li gor berjewendiyên xwe tev negerin û jinê li derveyî siyasetê nehêlin."
 
'Parastina mafê jinê parastina mafê civakê ye'
 
Henanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo jin di parlamentoya Lubnanê de bêtir dengên xwe bidin bihîstin û bikaribin mafên xwe biparêzin em jî ketin nava pêwendiyan. Me ji bo vê yekê çalakî li dar xistin û gelek jinî piştgirî dan çalakiyên me. Ev yek ji bo jinên cîhanê bû mînak. Li Lubnanê ji bo parastina mafê jinê û zagonên ku jinê di bin baskên xwe de disitirîne, têkoşînek têr û tije nayê dayin. Pergala Lubnanê jinan têra xwe ji tundî, zordestî û neheqiyê naparêze. Ji parastina mafên hemû jinên cîhanê em di nava hewldanê de ne. Niha em li Lubnanê jî di nav hewldana ku jin bikaribin mafên xwe bi dest bixin de ye. Jinên Lubnanê jî bi îradeya xwe bawer in, dikarin di nava her qadê de têkoşîna jiyanê bidin. Divê derfet bê dayin ku jin li hemû derê bikaribin xwe bi awayekî azad bikaribin îfade bikin. Li qadek ku jin û mêr ne wek hev bin li wir em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Parastina mafê jinê parastina mafê civakê ye."