'Bi tecrîdê civak hedef tê girtin'
- 09:08 8 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka HDP’a Sûrê Sevîm Coşkun diyar kir ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sînorên Îmraliyê derbas kiriye û hedefa esas civak e û got: “Dixwazin dîwarekî qalinq di navbera Birêz Ocalan û civakê de deynin.”
Bi hevkariya hêzên navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û birin Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê. Ji wê rojê şûnde Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê girtin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi parêzeran re, ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha bi heyeta Îmraliyê û malbatê re nikare hevdîtinê bike. Abdullah Ocalan herî dawî di 11’ê îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir.
Ji wê rojê şûnde ne malbat û ne jî rayagiştî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahiyê nagirin. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hincetên ‘koster xerabe ye’, ‘keştî tê çêkirin’, ‘muxalefeta hewayê’, ‘OHAL’ tê redkirin.
‘Tecrîd li dijî hiqûqa gerdûnî ye’
Hevseroka HDP’a Sûrê Sevîn Coşkun destnîşan kir ku tecrîd li dijî hiqûqa gerdûnî ye û got ew ji jiyana Abdullah Ocalan bi fikar in û got divê demildest hevdîtinên bi wî re bên destpêkirin. Sevîmê her wiha bi lêv kir ku Abdullah Ocalan pêşengê têkoşîna azadiya jinê ye û ji ber vê yekê jî tecrîd herî zêde jinan eleqeder dike û divê jin ji bo bidawîkirina tecrîdê xwe zêdetir rêxistin bikin, têbikoşin.
‘Tecrîd civakê hedef digire’
Sevîmê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kiriye û got hedefa esas a tecrîdê civak e û wiha dawî lê anî: “Tecrîda desthilatdarî li ser Birêz Ocalan pêk tîne, di esasê de civakê hedef digire. Dixwazin têkiliya Abdullah Ocalan bi civakê re qut bikin. Bi kamerayan 24 saetan Birêz Ocalan tê temaşekirin. Ji mafê rojname, radyo, telefon û hevdîtinê bêpar tê hiştin. Sedema vê ev e ku têkiliya wî ji civakê qut bikin.”