‘Dê meha Adarê ji bo jinê bibe meha serkeftinê’

  • 09:02 6 Mijdar 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG -Li Colemêrgê HDP dest bi amadekariyên xebata hilbijartinên rêvberiyên herêmî dike. Hevseroka HDP'a Colemêrgê Zeynep Kaya têkîldarî amadekariyên hilbijartinên axivî û got ku ew ê di çarçoveya xebatên xwe de ji bo şaredariyên xwe paşve bistînin mal bi mal bigerin. 
 
Bi diyarkirina dîroka hilbijartinên rêveberiyên herêmî re  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li her derên Tirkiye û Kurdîstanê dest bi  amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî kir. Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Zeynep Kaya der barê amadekariyên hilbijartinan da nirxandin kir û got ku ew ê derî bi derî bigerin rastiyên şaredartiyê ji gel re vebêjin. 
 
‘Bi tayînkirina qeyûman destkeftiyên jinan desteserkirin’
 
Zeynebê bi lêv kir ku hikûmetê bi tayinkirina qeyyûman a li Ser şaredariyên DBP'ê re  destkeftiyên civakê  hedef girtin û got ku wan bi pergala hevserokatiyê serdemek nû da destpêkirin û wiha axivî;”Qeyûm tayînî gelek şaredariyên DBP'ê hatin kirin. Li gel destpêkirina vê pêvajoyê ji aliyê qeyyûman ve destkeftiyên gelê kurd  hatin hedef girtin. Destpêkê jî saziyên jinan ku destkertiyên serkeftina wan bûn hatin desteserkirin û girtin. Ji ber ku saziyên jinan ên ji aliyê jinan ve hatibûn avakirin, destkeftiyên civakî bûn, qeyûm tayînî vîna jinan hat kirin. Îktîdara heyî ji vîna jinê û pêşengiya jinê ditirse.Ji ber ku nêrîna jinan ya li şaredariyan nêrîneke civakî bû. Ji ber vê yekê jî  bi tayînkirina qeyyûman re xwestin deskeftiyên jinan bê nasname bihêlin. Lê li dijî van êrîşan jin bûn hêzeke civakî û şaredariyên ku bi nêrîna jinan hatibûn avakirin hişmendya desthilatdar têk birin.”
 
‘Em ê mal bi mal bigerîn’
 
Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê ji bo vê hilbijartinê mal bi mal bigerin, şaredariyên gel ji qeyyûman rizgar bikin û wiha berdewam kir;”Li ser rastî û zanistiya  civakî pergala hevserokatiyê hat avakirin. Hikûmetê bi vekirina lêpirsînan a derbarê şaredariyên DBP’ê de qeyyûm tayînî şaredariyan kir. Dibe ku di fermiyatê de niha qeyyûm di şaredariyên me de bin, lê ew şaredarî yên gel in. Civak ji bi vê zanînê nêzî vê pêvajoyê dibe. Em her sal li vê herêmê serkeftineke mezin bi dest dixin. Dîroka hilbijartinan hat şakerakirin û ji ber vê em jî dest bi xebatên hilbijartina rêvberiyên herêmî ango şaredariyan dikin. Em ê ji her qadeke civakî re pergala şaredariya xwe vebêjîn. Em ê li herêma Colemêrgê  mal bi mal bigerîn xwe bigihînin herkesî, nêrîn û pêşniyarên gel bistînin.”
 
‘Dê meha Adarê de dê vîna jinê bi ser bikeve’
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên ku  li dijî HDP’ê hatin destpêkirin û got ku armanca operasyonên sîyasî bêbandorkirina HDP’ê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî;”Her sal li gel nêzîkbûna hilbijartinan ji aliyê dewletê ve li dijî HDP’ê operasyonên siyasî tên destpêkirin. Ji bo ku civakê bêbandor bike, dixwaze HDP'ê bêdeng bike. Ji ber vê yekê jî operasyonên qirkirinê zêde dike. Hikûmet naxwaze ku  HDP bikeve hilbijartinê, ji ber wê jî bi binçakirin û girtinan dixwaze civakê ji me dûr bike. Lê dê di plana xwe de bi ser nekeve. Em ê îsal jî bi kelecaneke mezin xebatên hilbijartinê bidîn destpêkirin. Di vê hilbijartinê de li vê  heremê dengê jinan û vîna jinan dê bi ser keve. Bêgûman dê di meha Adarê de vîna jinan bi ser bikeve. Em ê vê serkeftinê diyarî 8'ê  Adarê bikîn.”