'Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin gelê xwe'

  • 15:38 3 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Şêniyên Şehbayê bi daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
 
Rojnamevanên Herêma  Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn bi daxuyaniyê êrişên Dewleta Tirk şermezar kirin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Hefteyeke ku Artêşa Tirk ya dagirker gundên sivîlan ên li Herêma Firatê û bi taybet jî Kantona Girê Spî bi hemû cureyên çekan topbaran dike. Armanca Dewleta Dagirker ew e ku ewlehiya Herêma Firatê têk bibe. Her wiha hemleya Bagera Cizîrê ya QSD'ê ya li dijî dawîkirina baregehên çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê asteng bike. Tirkiye çawa beriya 4 salan li Şengal û kobanê êriş kir, îcar jî dixwaze careke din boriya nefesê ji çeteyên DAIŞ'ê re vekin. Her wiha ji bo ku têkçûna xwe li hemberî berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan binixûmîne û berdevkiya xwe ji çeteyên li idlibê re ku bi itîfaqa bi rûsan re zêde deşîfre bûye veşêre, êrîşî cihên bi ewle yên sivîlên Herêma Firatê dike.
 
Rojnameger hedef girtin
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: Em weke rojnemevan careke din hovitiya dewleta tirk ya dagirker şermezar dikin û dibêjin ku çawa li Efrînê rojnemevan kirin armac bi heman hovîtiya xwe careke din Dewleta Tirk ruyê xwe yê rastîyê dubare dike û sûcê mirovatiyê dike. Êrişên dewleta a dagirker a li dijî sivîlan di nav bêdengiyeke navneteweyî û çav girtineke bê exlaq a ragihanadinê de pêk tên. Di encama vê lihevkirina  aliyan de hovîtiya dewleta Tirk a dagirker de zaroka 11 salî ya bi navê Sara ji aliyê  leşkerên Tirk ve hat qetilkirin. Her wiha di 2'ê mijdarê de jî du hevalên me yên rojnamevan Gulistan Mihemed û Îbrahîm Ehmed dema ku êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlên taxa Elmunbetêh li Rojhilatê Kantona Girê Spî dişopandin ji bo bi raya giştî re parve bikin, bûn hedefa toparana leşkeran. Di encamê de rojnamevan Îbrahîm Mihemed guleyek lê ket û hevala me ya rojnamevan Gulistan Mihemed ku bi topeke hawanê hatibû hedefgirtin jî bi giranî birîndar bû.
 
'Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin gelê xwe'
 
Em weke rojnamevan û Gelê Efrînê yê ku li Şehbayê li ser tixûbên Efrînê li ber xwe didin teqez dikin ku çawa me li Efrînê li kêleka gelê xwe 58 rojan bê navber li hemberî hovîtiya dewleta dagirker ya Tirkiyê li ber xwe da, em ê li kêleka heval û gelên xwe yên li herêma Firatê jî heya dawiyê bisekinin. Em weke rojnamevanên Efrîn û Şehbayê hovîtiya dewleta dagirker a tirkiyê baş nas dikin. Ji ber vê yekê jî em ê jî bi ruhê seferberiya ji bo rizgarkirina Efrînê hatiye ragihandin û bi mîrateya berxwedana efsanewî ya berxwedana serdemê li kêleka gelên herêma Firatê û hevalên xwe yên rojnamevan heya dawiyê di yek çepera rûmetê de bin.
 
'Bila heman şaştiyê li herêma firatê dubare nekin'
 
Rojnamevanan di daxuyaniya xwe de banga raya giştî kirin ku hişyar bin û wiha domandin: "Em weke rojnamevanên Efrîn û Şehbayê civaka navneteweyî, saziyên ragihandinê û rêxistinên pêwendîdar hişyar dikin ku çawa li Efrînê li ser wehşeta Dewleta Tirk ya dagirker bê deng man. Bila heman şaştiyê li herêma firatê û tevahî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê dubare nekin. Her wiha em bang li sendîkayên ragihandinê li cîhanê dikin ku vê bêdengiya xwe li hemberî êrişên dewleta tirk ên li ser rojnamevanan bişikînin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.