Jinên ciwan yên Tîma Qamişlo û Tîma Fotbola Amûdê fotbol lîstin
- 15:02 3 Mijdar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Yekemîn car e ku jinên ciwan lîstika fotbolê li Stadyoma Heysem Kiço ya girêdayî Taxa Bişêriyê dilîzin.
Yekemîn car e ku jinên ciwan ên Tîma Qamişloyê li hemberî Tîma Amûdê li Stadyoma Heysem Kiço ya girêdayî Taxa Bişêriyê ya Kantona Qamişloyê di saet 11'an de dest bi lîstika fotbolê kirin. Bi dehan welatiyê Qamişloyê li stadiyomê amade bûn û bi amadebûna desteya ciwanan û Sporê lîstik hat lîstîn.
Di destpêkê de deqeyekê rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Piştre jî hevseroka Desteya ciwanan û Sporê Hemrîn Elî axivî û wiha got: "Derfetek pir mezin hatiye avakirin ku jin cihê xwe di her qadê de digirin. Li Rojava/Rojhilatê Sûriyeyê jin bûne pêşengên hemû karan yek ji wan qadên ku jin tê de cihê xwe digirin jî lîstika Fotbolê ye. Jin bi rengekêî pir baş fotbolê dilîzin. Weke Desteya Ciwanan û Sporê me xwest ku tîmên jinan ên fotbolê çê bikin û bidin xwuyakirin ku ev lîstik ne bi tenê ji bo mêra ye."
Di dawiya gotinên xwe de Hemrînê wiha bi lêv kir: "Armanca me ne ew e ku kîjan tîm bi ser bikeve. Lê belê armanca me ya sereke ew e ku jin bilîzin û xwe bidin xuyakirin."
Di dawiyê de jî serkeftin ji bo herdû tîmên fotbolê xwest.
Paşî jî herdû tîman silav dane hev û dest bi lîstika xwe kirin. Di deplasmana yekemîn de Tîma Qamişloyê goleke li hemberî Tîma Amûdê avêt û Tîma Qamişloyê li hemberî Tîma Amûdê bi ser ket.
Hîn fotbol dewam dike û temaşevan bi meraq li benda ancamên dawî ya jinên tîma fotbolê ne.