Kongreya Star derbarê salvegera komkujiya Helepçeyê de daxuyanî da
- 17:01 16 Adar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star derbarê salvegera komkujiya Helepçeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Bi sekna hemû gelên herêmê bi Berxwedana Serdemê hemû planên dagirkeriyê wê têk biçin.”
Kordînasyona Kongreya Star derbarê salvegera komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dîrokê de her tim gelê Kurd bi komkujian re rû bi rû maye. Bi hezaran gundê kurdan hatiye şewitandin û Kurd hatine qetilkirin lê gelê Kurd her dem berxwe daye û dev ji têkoşîna xwe bernedaye.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Gelê Kurd li dijî komkujiyan her tim li ber xwe daye û hebûna xwe parastiye û hat gotin ku bêdengiya dewletên navneteweyî nayê qebûlkirin.