Gelê Mêrdînê ji bo Newroza Nisêbînê hat vexwendin
- 14:28 16 Adar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Ahmet Turk, Hevserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê ku qayyim hat tayinkirin û endamên HDP û DBP'ê çûn serdana gelê navçeya Artukluyê û ew vexwendin Newroza Nisêbînê ya ku dê dii 21'ê Adarê de bê pîrozkirin.
Ahmet Turk, Hevserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê ku qayyim hat tayinkirin, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Sibel Yigitalp,Parlamenterê Mêrdînê ya HDP'ê Ali Alatan, Endama PM'a HDP'ê Zubeyde Zumrut û endamên Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê ji bo Newrozê belavok belav kirin. Di serdema xebatê de bi astengiyên polîsan rû bi rû man.
Tevî astengiyên polîsan gel eleqeyek mezin da partiyên ku hatin ba hev û gel dawetî Newroza Nisêbînê hat kirin.