Li Efrînê 16 sîvîl hatin qetilkirin
- 11:06 16 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Di encama topebarana dewleta tirk a li ser Efrînê de 16 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşên dewleta tirk ên li ser navenda Efrînê piştî gotinên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ku gotibû "Ez hêvî dikim ku Efrîn wê heta êvarî bikeve" zêde bû. Di du rojên dawî de bomberana li ser Efrînê ya bi obus û balafirên şer zêdetir bû.
Di encama êrîşên do şev ê heta niha de li gor agahiyên hat bidestxistin 16 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan û gelek sîvîl birîndar bûn.