Bombebarana li ser Efrînê berdewam dike
- 10:06 16 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Bombebarana li ser navenda bajarê Efrînê ku bi sedehezaran kes lê dijîn berdewam dike.
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayîwê yên li ser Efrînê di roja 56'emîn de berdewam dikin. Navenda bajarê Efrînê ku bi sedhezaran kes lê dijîn ji duh êvarî ve ji aliyê Hêza Çekdar a Tirk(TSK) ve bi obusên ku tên avêtin tê bombekirin. Di warê encma êrîşên ku tê xwestin gelê bajêr ji bajêr bê derxistin de hejmara kuştî û birîdaran nehat aşkerakirin.