'Eyn Îsa piştî dagirkeriya çar salan bi fikrên azad ronî dibe'
- 09:13 16 Adar 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
EYN ÎSA - Hevseroka Perwerde ya Meclîsa Bakurê Sûriyeyê Nesrîn Doko derbarê amadekariya Rêziknameya Hundirîn a Perwerdeya Bakurê Sûriyeyê de axivî û got ku Eyn Îsa piştî dagirkeriya çar salan bi fikrên azad ronî dibe û dê di warê perwedeyê de jî pêşketinên ber bi çav pêk werin.
Piştî ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve herêma Eyn Îsa hat rizgarkirin Komîteya Perwerdeyê jî bi lez û bez xwe bi rêxistin kir da ku di warê perwerdeyê de gavên nû biavêjin. Hevseroka Perwerde ya Meclîsa Bakurê Sûriyeyê Nisrîn Doko derbarê amadekariya Rêziknameya Hundirîn a Perwerdeya Bakurê Sûriyeyê de axivî û anî ziman ku ji bo ronahiya siberoja gelan divê di warê perwedeyê de xebatên baş û mezin bê kirin.
'Perwerde mafê mirovan ê rewa ye'
Nesrîn wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hemû cîhan dizane ku nêzî 4 salane çeteyên DAÎŞ'ê gelek herêm bi dest xist û li wir komkujî û îşkence pêk anî her wiha mirov ji mafê xwe yê perwedeyê jî dûr hat xistin. Gel bi salan di bin tarîtiyê de hat jiyîn. Elbet ev tarîtî jî bandor li ser jiyana zarok, nifşên nû û perwedeyê dikir. Piştî ku Eyn Îsa ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat rizgarikirin, me jî weke Komîteya Navenda Perwerdeyê di herêma Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê de dest bi xebatên perwedeyê kir. Ji ber ku perwerde mafê mirovan ê rewa ye, me xwest ku gelê Eyn Îsayê ji mafê xwe yê perwedeyê bêpar nemînin. Loma heta ji destên me tê em ê xebatên di qada perwerdeyê de pêş bixin."
'Ji bo perwerdekirina nifşên nû dibistan hatin avakirin'
Nisrînê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Xebatên perwerdeyê ji bo her qada jiyanê girîng e, divê di destpêkê de di qada perwerdeyê de gav bê avêtin. Niha li Minbic, Reqa û Tebqayê bi hezaran mamoste zarokan perwerde dikin. Li Bakurê Sûriyeyê bi hezaran dibistan hat vekirin da ku gel di warê perwerdeyê de paş de nemîne."
'Ji bo çanda resen perwerde şert e'
Nisrînê bi lêv kir ku çeteyên DAÎŞ'ê gelek dibistan xera kir û wiha domand:"Çeteyên DAÎŞ'ê hem dîrok hem jî qadên perwerdeyê hedef girt û êrîş kir. Lê em ji bo civak pêş bikeve dibistanên nû ava dikin. Ji bo çanda resen perwerde şert e. Di perwerdeyê de em pirzimanî, pirçandî û piraliyê esas digirin da ku gel ji çand û zimanê xwe dûr nekevin."
'Bi rêziknameya nû ya perwedeyê em ê ji gel re xizmetê bikin'
Nisrînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo perwerdeyê em rêziknameyek nû amade dikin. Di vê rêziknameyê de dê perwerdeyek serkeftî û pêşketî esas bê girtin. Bi rêziknameya nû ya perwedeyê em ê ji gel re xizmetê bikin."