Heybeta Cudî û berxwedana gel wê sosretiya TOKÎ’yan hilweşînin
- 09:06 15 Adar 2018
- Rojane
Gulê Sevcan
ŞIRNEX - Şirnex a ku piştî pevçûnan ji sedî 70’ê wê hat hilweşandin, TOKÎ’yên lê çêdibin jî her ku diçin bilind dibin. Jinek Şirnexî li dijî kesên ku dibêjin wê bi TOKÎ’yan serkeftin bê bidestxistin got ‘em neçûn, em ê neçin’.
Piştî rêveberiyên xweser di qedexeyên hatin îlankirin de ji sedî 70’ê Şirnexê hat tunekirin û tê xwestin ku bajar biguherin bajarekî ji betonê. Li bajar tişta bala mirovan dikişîne avahiyên TOKÎ'yê ne. Bajarê ku 8 taxên wê hatin hilweşandin hema hema li her derê wê TOKÎ hatine çêkirin. Sê çar xaniyên di nav avahiyên TOKÎ'yan yên 10 katî de mane jî rewşa berê ya Şirnexê nîşan didin. Ez niha çîroka du saetan ya vî wêneyî vedibêjim.
Şirnex têk neçû
Em ji yekane kolana bajar ber bi jor ve diçin. Em di nav TOKÎ’yan de her diçin winda dibin, lê em dibînin ku jiyana hatiye xwestin bê tunekirin hîna heye. Jinên bi fistan, zarokên li kolanê dilîzin û xaniyên ku hîna şopa guleyan li wan heye. Bajarê ku ji dur ve bi TOKÎ’yan mezin xuay dike, dema mirov dikevin hundir her tişt tê dîtin. Dema mirov tevlî gel dibin mirov dibînin ku ne TOKÎ gelê Şirnexê hene. Hema hema sîwana hemû xaniyan hilweşya ye. Li hemberî pirsa ‘hun niha li ku dimînin’ jî bersiva ‘em li gund, di axur de bi kirê dimînin dimînin.
‘Em neçûn, teqez em nahêlin û naçin’
Hevala ligel min jî bi min re tê. Maşîneyên kar ên di rê de jî sosretiyê li sosretiya TOKÎ’yan zêde dikin. Em ber bi taxa Yeşîltepeyê ve dimeşin û ciwanê ligel min, li ber ereziyek vala disekine. Dest pê dike û çîroka xwe vedibêje: “Ev der mala me ye, ev der ya meta min, ev der jî ya xaltîka min e. Ev piranî xaniyên xizmên min in. Lê hemû li vir man. Lê neçûn û tu caran çûyîn di hişê xwe re derbas nekirin.”
‘Ez her tiştî dihêlim lê vir tucaran bernadim’
Em li jineke 40 salî rast tên. Em navê wê dipirsin. Dibêje navê min ne girînge û dibêje navê wê yê rast Kurdistan e û diyar dike ku xaniyê niha bi kirê tê de ye jî wê bê hilweşandin û got: “Em di pevçûnan li vir man. Lê heta cihekî. Dema em tî û birçî man em neçar bûn derkevin. Em çûn gundekî nêz. Em bi mehan li wir man. Piştre em hatin û ne xanî, ne kevirên wê mabûn. Tevî vê min tu car negot ez ê biçim. Ez neçûm, ez ê neçim. Min xaniyek kirê kir. Ez her tiştî dihêlim lê vir bernadim.” Kurdistanê cihê mala xwe nîşanê me da û got wê bêriya baxçe û rojên ku cîgare nedikişand kiriye.
'Ez li vir im'
Em riya xwe berdewam dikin û ez bi carekê re Cudî dibînim. Bi berf û mijaya li ser bi rastî dibêje ez li virim. Cudî jî wek gelê Şirnexê bi serbilindiyek mezin li ser piyan disekine. Dema em Cudî dibînin em fam dikin ku gel wisa hêsan Şirnexê bernade. Cudî bi vê dîmena xwe bi me TOKÎ’yên sosret, taxên hilweşyane dide jibîrkirin.
Cudî têk nebirin...
Em hîn bûn ku xaniyên taxa em tê re derbas dibin wê piştî mehan şûnde bên hilweşandin û em çiqas li Cudî binêrin jî em fêm dikin ku em jê têr nabin. Jinên li ber deriyên xwe dibêjin ‘Li van deran li xwe baldar bin tiştek bibe deriyê me vekiriye’.Hesta parastin û xwedîderketina gel li vir hîna heye. Belkî jî bersiva herî xurt a jinan ya ji bo hikûmetê ye. Dema ez li jinan dinêrim ez vê gotinê ji xwe re dibêjim: “Belê Cudî tu têk neçûyî… Li dijî hêzên xwestin te tune bikin te got ‘Ez li virim’.”