Baroya Parîsê xelata rûmetê da Eren Keskîn
- 15:12 14 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Baroya Parîsê xelata rûmetê da parêzer û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn.
Baroya Parîsê xelata rûmetê da parêzer û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn. Erenê stendina xelata rûmetê li ser hesabê xwe yê Twitter'ê parve kir. Erenê wiha got:" Baroya Parîsê xelata rûmetê da min lê Baroya Stenbolê derbarê min de lêpirsîn dest pê kiriye. Hiqûq û îronî."
Parêzerên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ji bo Eren Keskîn ji Baroya Stenbolê derkeve serlêdan kiribûn.