Li Başûrê Kurdistanê Newrozê bi rihê serîhildana Efrînê bê pîrozkirin
- 11:42 14 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya Newrozê ya ku dê li 5 navendên Başûrê Kurdistanê bê pîrozkirin, eşkere bû. Newrozê bi dirûşma “Em bi rihê Newrozê serîhildanê mezin bikin û li Efrînê bi ser bikevin”dê bê pîrozkirin.
Li Başûrê Kurdistanê amadekariyên Newrozê didome. Li gor bernameya ku Tevgera Azadiyê amade kiriye dê Newroza îsal li 5 navendên Başûrê Kurdistanê bi coşeke mezin û bi rihê serîhildana Efrînê bê pîrozkirin.
Dê Newroz di navbera 17-23 Adarê de bi dirûşma” Em bi rihê Newrozê serîhildanê mezin bikin û li Efrînê bi ser bikevin”bê pîrozkirin.
Bernameya Newrozê wiha ye:
Germiyan
Dîrok: 17’ê Adarê
Cih: Li ba benzinxaneya Hewçerxê
Saet: 14.00
Silêmanî
Dîrok: 18 Mart
Cih: Mameyare
Saat: 14.00
Şarezor
Dîrok: 19 Mart
Cih: Seraw
Saet: 10.00
Qendîl
Dîrok: 21 Mart
Cih: Qendîl
Saet: 11.00
Kerkuk
Dîrok: 23 Mart
Cih: Şîwesûr
Saet: 13.00