Jinan li Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê kir

  • 10:09 14 Adar 2018
  • Rojane
İZMİR - Jinên li îzmîrê gotin ku Neweroz wekheviya gelan û azadiya wan e, li dijî xwînxwaran berxwedan e û bang li gelan kirin ku tevli pîrozbahiya newerozê bibin.
 
Du jinên ku wê ji herêmên cuda ên Îzmîrê bên li qada Newerozê xwe bigihînin hev, Fatma Yetkîn û Rida Dînç diyar kir ku wê coşa Neworozê bi xwe re yekitiyê bînie. Jinên ku gotin Newroz azadiya gelan ne bang li her kesî kirin ku bên tevli pîrozbahiya newrozê bibin.
 
'Newroz sembola azadiyê ye'
 
Jina bi navê Rida Dînç ku ji zarokatiya xwe ve li îzmîrê dijî û heta roja îro dest ji ziman û nasnameya xwe bernedaye jineke kurd a ku bi zaymetiyên koçberiyê re rûbirû maye ye. Rida ya ku niha 38 salî ye û wekî kedkara demsalî hatiye li Îzmîrê bi cih bûye diyar kir ku ew dest ji daxwaza xwe ya azadiyê bernade û wê di Newrozê de jî li qadan be.
 
'Bila her kes bê pîrozbahiya Newrozê'
 
Rida diyar kir ku wan berî bi du salan li Selçûkê Newroz pîroz kirine, lê vê salê ji ber ku qeyemeqamtiyê destûr nedaye pîrozbahiyê ew ê ji bo pîrozbahiya Newrozê biçin Îzmîrê.  Rida diyar kir ku Newroz yekitya wan berxwedan û daxwaza wan a azadiyê ye û qeymeqamtiyê bi hinceta ku OHAL  heye detûr nedaye ku ew vê salê li Selçûkê Newrozê pîroz bikin.  Rida wiha dawî li axaftina xwe anî: "Newroz yekitya me ye, Newroz dîroka me ye û xwebûna me ye. Ez bang li her kesî dikim ku werin tevli pîrozbahiya Newrozê bibin."
 
'Nevwroz berxwedana gelan e'
 
Jina bi navê Fatma Yetkîn a kurd ku ji Çewlikê koçberî Zîzmîrê bûye jî ew jî jineke ku li Metrepolê mezin bûye. Fatma ya ku li taxên şevneşîna bi gelek kesên ji çandên cudan re hevlatî kiriye diyar kir ku agairê Newrozê li dijî Dehakan qîrîna azadiya gelan e û di berdewamiya axafitina xwe de ev tişt got: "Newroz agirê ku li dijî zilmê û neheqiyê hatiye pêxistin e.  Em ji bo ku bibêjin em vê zilmê qebûl nakirin em ê tevli pîrozbahiya newrozê bibin."