'Li Efrînê komkujî heye destûrê nedin ku bibe Helepçeya duyemîn'
- 09:03 14 Adar 2018
- Rojane
WAN - Hikumeta tirk bi êrîşên li ser Efrînê zarok û welatiyên sivîl hedef digire. Heta niha di ecama bombebaranên Tirkiyeyê de bi piranî zarok û jin gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî Efrînê dane destpêkrin di roja 54'emîn de berdewam dikin. Li dijî van êrîşan berxwedan û nerazîbûna gel jî berdewam dikin. Siyasetmenderên Wanê ên ku bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan gotin ku ew ê destûrê nedin Helepçeya dûyemîn.
Piştî ku Tirkieyyê dijî Efrînê dest bi operasyonên hewayî û jahî kir û şûnde bombebaran û komkujiyên li ser sivîlan jî her roj zêdetir dibin. Gelê ku xaka xwe terik nake tê kuştin û niha jî bi komkujiyan re rû bi rû ye. Siyasetmenderên jin bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan û gotin ku divê li hemberî komkujiyan dengê aşitiyê bilind bibe.
'Li Efrînê sucê mirovahiyê tê kirin'
Hevseroka Bajarê Wanê ya HDP'ê Yadîşen Karabulak jî anî ziman ku divê partiyên muxalefet li hemberî êrîşên li ser Efrînê politikayeke rast bidin meşandin û wiha axivi;"Di ser êrîşên li ser Efrînê re mehek zêdetir derbas bû. Li Efrînê sucê mirovahiyê tê kirin. Mirovên sivîl bi talûkeyeke mezin re rûbirû ne. Siyasetmenderên Tirkiyeyê bi politikayên şer pêşengiya daxwaza gel nakin. Gelên tirkiyeyê aşitî, wekhêvî û demokrasiyê dixwazin. Em jî wekî HDP'ê em ê têkoşîna xwe ya ji bo aşitiyê berdewam bikîn. Di daxwaza aşitiyê de jî em tawîz nadîn. Li Efrînê li gel kurdan ji gelên din jî mirov hene. Ew ne bi tenê ne. Divê bi lez ev komkujiya li ser gelan tê kirin bê sekinandin. Em komkujiyeke mîna ya li Helepçeyê naxwazîn. Li Efrînê komkujiyek pêk tê. Jin û zarok ber bi komkujiyeke mezin re rûbirû ne. Êdi divê ji reng,deng, ziman û nijadên cûda re tahamûl hebe. Di 8'ê Adarê de jî daxwaza jinan azadî bû. Jinan li hemû qadên jiyanê bang li cîhanê kirin ku ew ê li hemberî şeran her tim bisekinin û komkujiyan qebûl nekin."
'Dagirkerî, xesp komkujî qanûnan de tune ne'
Aktîvîsta TJA'yê û Hevşaredara Payizavaya Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Yildiz Çetîn jî bal kişand ser êrîşên dijî Efrînê û got ku ew ê destûrê nedin Helepçeya duyemîn û wiha got:"16'ê Adarê komkujiya Helepçeyê pêk hat. Bi nêzîkbûna sersala komkujiya Helepçeyê, êrîşên li ser Efrînê jî berdewam dikin. Em hêvî dikin ku êdî komkujiyên mîna ya li Helepçeyê pêk neyên. Gelê kurd êdî nema dikare Helepçeyên nû rake û qebûl nake. Divê gelên cîhanê li hemberî şer û komkujiyan bêdeng nemînin û li hemberî hêzên şer helwesta xwe aşkere bikin. Ger ku welatên li sînorê me di nav aşitî, aramî û wekheviyê de jiyaneke ava bikin ev tişt ji bo me jî wê bibe fersendek. Mirovên ku tên qetilkirin ji kîjan meteweyî dibin bola bibin me xemgîn dikin. Lê mixabin di vê pêvajoyê de kuştin û qetilkirina mirovan kêfa hîn kesan tîne û wisa dihesibin ku ew bi ser ketine. Ji bo aşitî û aramiya gelan divê em bi hev re tebikoşîn. "
'Tenê hêza aşitiyê dikare şer bisekinîne'
Dayika Aşitiyê Aliye Balik jî daxuyand ku ew ê her tim di çeperên aşitiyê de cih bigirin û wiha berdewam kir:"Li Rojhilata Navîn şer, pêvçûn û kuştin berdewam dikin. Em naxwazîn kuştin pêk bê. Bila şer çênebe. Em kuştina mirovahiyê naxwazîn. Dema ku kuştin hebe bil am bên kutşin ne zarokên me. Cîhan pir mezine û têra me hemûyan heye. Em wekhevî û aşitiyê dixwazîn. Giyanê ku xwedê da bila xwedê bistîne. Pêkhatina aşitiyê ne zor e. Ez bang li hemû neteweyên cîhanê û dewletan dikim ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin. Ev axa têra me hemûyan dike. Bila ev şer bê sekinandin. Li hemberî van pêkanînên dijmirovî çima dewlet bêdengin. Em wekheviya hemû gelan dixwazîn. Bi mirina zarokan re mirovahî dimire.Tenê hêza aşitiyê têra sekinandina şer dike."