Mertalên zindî yên ku gîhaştin Efrînê daxuyanî dan
- 12:47 9 Adar 2018
- Rojane
EFRIN- Piştî ku çalakvanên Mertalên zindî gihan Efrînê ji aliyê gelên navçeya Efrinê ya Şêrawa ve hatin pêşwazîkirin û li Gundê Beratê kom bûn. Piştre li ser navê Herêma Cizirê Hevseroka Bajarê Girkêlegê Mehmet Cemîl daxuyanî xwend.
Endama Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şerife Hesen li ser hatina xwe ya Efrînê û wateya piştgiriya Berxwedana Serdemê axivî.
Welatiyê ku ji bo pêşwazîkirina mertalê zindî kom bûn dirûşmên "Efrîn welatê me ye", " Efrîn ne bi tenê ye" berz kirin û gelê Herêma Cizîrê bi germahiyeke mezin pêşwazî kirin.