Bazkê jinan ê AKP'ê ji anîna rojevê ya 'kuştinên jinan' aciz e!

  • 12:29 9 Adar 2018
  • Rojane
 
 
 
STENBOL -Seroka Bajarê Stenbolê ya Bazkên Jinan a AKP'ê Deyma Dongucu, nerazîbûna xwe li dijî anîna rojevê ya bazkê jinan nîşan da û di bedêla ku pêşniyarên çareseriyê bike diyar kir ku ev pirsgirêk ne tenê ya Tirkiyeyê ye di heman demê de ya tevahiya cîhanê ye.
 
Ji aliyê Naveda Koordînasyona Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê(ÎBB)  li Tesîsên Civakî yên Floryayê şahiya 8'ê Adarê hat lidarxistin. Serokê ÎBB'ê Mevlut Uysal , Seroka Bazkê Jinan a AKP'ê ya Bajêr  Şeyma Dongucu û gelek kesên din tevli şahiyê bûn. 
 
Seroka Bazkên Jinan a AKP'ê ya Stenbol  Şeyma Dongucu di şahiyê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê  "jin taca serî ne" û ev tişt got: "Ez kesên ku di demên dawîn de pirsgirêkên jinan tînin rojevê her şîdeta li ser jinê tînin rojevê. Ez van kesan bi tundî şermezar dikim.  Di çanda me de dest li jinê bilind nabe.  Ev tenê ne bûyereke ku li cem me diqewime. Divê ku em jin û tundiya li ser neynin gel hev û fikrên wiha di serê zarokan de çênekin. Divê em rewşa jinê di warê erênî de binirxînin û neyên van lîstikan. 
 
Şeyma diyar kir ku helbet ew jî naxwazin ku jin bê mexdûrkirin û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Bi taybetî kesên ku îda dikin kuştina jinan di serdema me de zêde bûye hene. Ew kesên ku vê îdiayê dikin bila li îstatistîkên welatên ku dibêjin pêşketîne jî binêrin."
 
Şeyma bi vê axaftina xwe di bedêla ku ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê pêşniyar bike diyar kir ku ev ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka hemû welatên cîhanê ye.