Platforma Jinan a Ahtamara wê bibe navnîşana piştevaniya jinan

  • 09:16 9 Adar 2018
  • Rojane
 
 
WAN - Endamên Platforma Jinan a Ahtamara îlankirina platformê vegotin û diyar kirin ku jin li her derê nayên guhdarkirin û got: “Ji vir şûnde çi pirsgirêk dibe bila bibe em ê xwe bigihînin û piştgiriyê bidin wan.” 
 
Saziyên jina ku bi KHK’a hatin girtin, pêşî li xebatên jinan negirtin û jinan xebatên xwe berdewam kirin. Jinên li Wanê Platforma Jinan a Ahtamara ava kirin.Jin ji bo ji îstîsmara zarokan û şîdeta li hemberî jinê re bêjin ‘bes e’ platform ava kirin. Berdevka Demî a KESK’ê ya Wanê Seher Kadîroglu Ataş ku di platformê de cih digire diyar kir ku wê li hemû bajarên Tirkiyeyê platformên jinan çalak bikin. Seherê diyar kir ku ji bo platformê bi 35 saziyan re hevdîtin kirin û bi 45 jinên serbixwre hevdîtin kirine û got: “Li Tirkiyeyê û bi taybet li Wanê jin tên kuştin û dibêjin întîxar kirine, serê bûyerê tê girtin. îstîsmara zarokan bi destê dewletê tê rewakirin. Hewl tê dayîn zewacên zarokan bên rewakirin. Em ji bo li dijî van rewşan bibin refleks em hatin cem hev.”
 
Seherê her wiha bi lêv ku di mehên borî de çend STK hatine cem hev û ji bo jinan pêkanîna ‘otobusên pembe’ pêşniyar kirine û got: “Derketina me ji ber vê jî bû. Em ê bi vê platformê êdî zêdetir li cem jinan bin. Em ê li dijî van pêkanînan bin. Gelek jin winda ne lê em nikarin dest bidin wan. Jin belkî serî komele, weqf û sendîkayan didin, mexduriyeta xwe tînin ziman. Lê ev sazî baş li ser pirsgirêkên jinan nasekinin. Di vê platformê de wê jin xwe îfade bikin.” 
 
Seherê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê bêyî ku di bin bandora kesekî de bimînin, xebatên xwe berdewam bikin.
 
‘Em ê zorê bidin darazê û civakê perwerde bikin’ 
 
Hevseroka DÎSK'ê ya Wanê Emîne Bozkurt jî daxuyakirin ku gelek jin hatine cem hev û platform ava kirine û ev tişt bi lêv kir: “Di dema OHAL’ê de şîdeta li ser jinan zêde bûye. Li Wanê demek berê jinek hat qetilkirin. Ji mêrê kujer re gotin ‘hişê wî ne li serê wî ye’. Zarokek sê salî rastî îstîsmarê hat. Ji ber cezayên giran tune ne ev rewş tên jiyîn. Armanca platformê ev e ku ji van re bêje ‘bes e’. Em ê zorê bidin darazê û civakê perwerde bikin. Em ê li cem jinan bin.”