'Divê jin hemû bibin yek û serî hildin'
- 18:38 8 Adar 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
TILTEMIR - Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîra Gewriyê derbarê 8'ê Adarê de anî ziman ku divê jin hemû têkoşîna xwe bikin yek û li dijî hişmendiya baviksalarî serî hildin.
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê roja 8' Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got :"Em weke jinên Suryan Roja 8'ê Adarê wekî roja vejînê pênase dikin û divê em hemû di vê roja vejînê de berxwe bidin û nehêlin em biçewisin."
'Azadiya Jinê Azadiya civakê ye'
Nezîrayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Civaka ku jin tê de azad nebe, ew civak ji jiyana rast qut buye. Avakirina civakek azad, demokrat û polîtîk di esasê azadiya jinê de veşartiye. Ji bo em ji koletiyê xelas bibin divê em qadên 8'ê Adarê vala nehêlin."
'Divê em zincîra koletiyê bişikînin'
Nezîrayê da zanîn ku di dîrokê de jin bi xwedaweniya xwe civak ava kir û wiha domand:" Hişmendiya baviksalar ji dîrokê heta niha jinê wekî kole bi kar tîne. Lê ji niha şûnde em nahêlin jin wekî kole bê bi kar anîn û divê em hemû jin bi hev re zincîra koletiyê bişkînin."
'Têkoşîna jinên Efrînê bû sembol'
Nezîrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Têkoşîna jinên Efrînê bû sembol. Loma em bi têkoşîna jinên Efrînê 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin."