Bi hezaran jinên Cizîrê bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pîroz kirin

  • 17:41 8 Adar 2018
  • Rojane
TIRBESPIYÊ - Bi pêşengtiya Kongra Star bi hezaran jinên herêma Cizîrê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.
 
Bi pêşengtiya Kongra Star bi hezaran jinên herêma Cizîrê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. Bi dirûşma"Parastina Efrîn parastina şoreşa jinê ye" 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji aliyê bi hezaran jinên herêma Cizîrê li navçeya Tirbespiyê bi meşeke girseyî hat pîrozkirin.  
 
Meş ji baraja Mizgeftê ya bajarê Tirbespiyê dest pê kir û bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwdana Efrînê”, “Bijî Serok Apo” heyanî ku jin gihaştin cihê dikê dewam kir. Di destpêkê de deqeyek rêz hat girtin. Paşê Hevseroka Herêma Cizîrê Hîva Erebo cejna 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bi taybet li jinên herêma Efrînê û wiha got: "Dilê Efrînê li Herêma Cizîrê lê dide, bi rihê jina azad em ber bi azadiyê ve diçin. Em careke din dîroka 8’ê Adarê li vir dijîn, bi rihê Barîn, Arîn, Şîlan û hemû jinên ku ji bo azadiyê tekoşîn dikin pîroz dikin."
 
Her wiha bi navê jinên Suryan Ebîr Ehmed û bi navê jinên Ereb Ebûr Ebûd axivîn.
 
Jinên Koma Kevana Zêrîn sê stranên bi coş pêşkêş kirin, jinên Ciwan ên Koma Şehîd Delîla jî şanoyek li ser jina Kurd pêşkêş kirin. 
 
Şahiya 8’ê Adarê bi gerandina govendê bi dawî bû.