Li her derê qîrîna jinan: Em ji bo jiyaneke azad li qadan e
- 17:39 8 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dîlokê Platforma Jinan a Demokratîk bi minasebta 8'ê Adarê di daxuyaniya ku da de got;"Em ji bo jiyaneke demokratîk, azad û aştiyê li qadan e." Platforma Jinan a Rihayê jî di daxuyaniya ku da de ev tişt got;"Em bang li hemû jinan dikin ku jiyanêrawestînin." Li Antalyayê jî jinan bi şahiyekê 8'ê Adarê pîroz kir û li Edeneyê jî jinan standa 8'ê Adarê vekir.
Dîlok
Polatforma Jinan a Demorkatîk a Dîlokê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Yeşîlsu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endamên KESK, SYKP, ODP, HDP, DBP û EMEP’ê û bi sedan jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Em li pey mafên xwe ne” vekirin. Li ser navê jinan Sekretra Şaxa BES’ê Sevgul Ozdemîr daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ew li cîhanek adil, wekhev û azad bijîn rizgariya jiyankirinê di destê jinan de ye û ew ê tundî, kuştin, îstîsmar û cudakariya li ser jinê qebûl nekin. Ozdemîr got ku ew ê li dijî her cûre tundî û êrîşan li ber xwe bidin.
Piştî daxuyaniyê jinan stranên kurdî û tirkî strandin û govend gerandin. Jinan dirûşmeyên “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Riha
Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê jî bi civîna çapemeniyê peyama “Em hebûn, em hene û em ê hebin” dan. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê pêk hat. Polîsan nasnameyên jinên hatin civînê kontrol kir û pirsên balkêş ji jinan kir. Hatîce Çevîk û hevjînê xwe Îzzet Çevîk ên ku keça xwe di teqîna Garê ya Enqereyê de winda kirin, endama Meclîsa CHP’ê Yildiz Erbîl Aydinlik, Seroka Baskên Jinan a CHP’a Halîliyê Burçak Onder û gelek jin beşdarî civînê bûn.
Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla Mumin li ser navê jinan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku Rewşa Awarte tundiya li ser jinan rewa kiriye û polîtîkayên bi riya KHK’ê yên jinan feqîr dike û cuda dike xistne meriyete. Mumîn anî ziman ku ew ê gotinên xwe bêjin û gav paş de neavêjin. Mumîn banga rawestandina rojek jiyanê li tevahiya cîhanê kir.
Antalya
Platforma jinan a Antalyayê di daxuyaniya ku derbarê 8'ê Adarê de da 8'ê Adarê pîroz kir. Di daxuyaniya ku li avahiya Sendîkaya Kedkarên Buroyê hat dayîn de pankarta bi nivîsa ;"Jin jiyaneke bê şer, bê û bêyî OHAL'ê dixwazin" û dirûşmên "Jin hene" û "Jin jiyan azadî berz kirin." Daxuyanî ji aliyê Endama platformmê Aynur Seyrek ve hat xwendin.
Ji jinên HDP'yê şolena 8'ê Adarê
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî li navçeya Muratpaşayê li salana dawetê şahiya 8'ê Adarê li dar xist. Di şahiyê de parnkarta bi nivîsa "An azadî yan azadî" hat daliqandin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
Şahî bi govendê bi dawî bû
Edene
Li Edeneyê li şaredariya Seyhanê bi minasebta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kermes hat çêkirin û jinanên HDP'yî jî bi armanca piştevaniya bi girtiyên jin re stant vekirin.
Wê stant du rojan vekirî bimîne.