Serlêdana parêzeran a ji bo Abdullah Ocalan cara 737’emîn red kirin

  • 17:34 8 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 737’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozger dîsa serlêdan red kir. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Mehdî Oztuzun bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 737’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgerê Komarê yê bûrsayê bi hinceta astengiya li gorî zagona hêjmar 5275'an serlêdana parêzeran red kir. 
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer 737 carin serlêdan dikin û serdozger 737 carin serlêdana parêzeran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye”, “koster di tamîrê de ye" û “OHAL”  heye red dikin.