Pervîn ji Amedê bang kir: Em ê bi hêza jinê li ber xwe bidin
- 17:00 8 Adar 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan di Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê de axivî û got, "Em nabin mêr, em jin in...Em ê wekî jinan li ber xwe bidin û we têk bibin. Bi vê îtîkaka jinan ku me pêk aniye em bang li jinan dikin ku em bi hev re bi hev re li ber xwe bidin û bi hev re bi ser kevin."
Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê ku di pêşengiya Platforma Dîcle Amedê (DAKAP) de bi dirûşma, "Em hebûn, hene, em ê hebin" li qada Îstasyon hat lidarxistin bi hemû coşa xwe berdewam dike. Jinên ku bi kincên xwe yên kurdî qad xemilandin dirûşmên "Hebûna jinê hebûna jiyanê ye", "Jin xwezaye dest nedin xwezayê" , "Ji şîdt tacî û îstîsmarê re na", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
'Di me qad dagirtin'
Di serî de ji Komîteya Amdekar a 8' ê Adarê parêzer Gulşen Ozbek axivî. Gulşen kesên ku jin anîn hata roja îro û jinên ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: "Em ev 8'ê Adarê bi hilweşîn û talanê pêşwazî kir. Lê me ji lêgerîna azadî û edaletê re jî şahidî kir. Em carekedin dibêjin ku em ê li dijî zîhniyeta dayikên me di temenê 80'yê de dikin zinadanan li ber xwe bidin û em ji bo wan li vir in. Em ê jin bibin pêşengên aştiyê. Em êrîşên li ser gelê kurd tu caran qebûl nakiin û em ji şer re dibêjin na. Ez îro Televîzyona jinê JIN TV ku dest bi weşanê kir silv dikim."
Piştî Gulşenê Hevseroka partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi axaftinê kir.
'Amed ji her kesî re nîşan da ku li ser piyan e'
Pervîn bi pîrozkirina 8'ê Adara jinan dest bi axaftinê kir, diyar kir ku îro Amed carekedin li serpiyan e û ji her kesî re nîşan da ku têk neçûye. Pervîn di berdewamiya axafitna xwe de got ku divê jin li her derê dakevin qadan, bal kişand ser polîtîkayên Erdogan ên li dijî dayikan û wiha berdewam kir: Em binê piyê dayika Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Berkîn Elvan û Dayika Taybet maç dikin. Em ji Erdogan re dibêjin ku cudahiya di navbera me û we de ev e û bi riya jinan siyastê nekin." Pervîn diyar kir ku îktîdara li Efrînê şer daye destpêkirin, sedema kuştina sivîl û leşkerên ku li wê tên kuştine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê jin li dijî şer dest bidin hev û têkoşîna xwe mezin bikin."
'Em soz didin ku em ê wekî jinan têkoşînê bidin'
Pervîn anî ziman ku nêzîkatiya partiyên li Tirkiyeyê siyasetê dikin li holê ye û ya HDP'ê jî li holê ye. Ji ber vê jî îktîdar ji HDP'ê û jinan ditirse. Pervîn wiha berdewam kir: "Em Gultan a ku nelirêtî nekir û rêya aştiyê ji vî welatî re pêşkêş kir silv dikin. Ew ji Gultan tirsiyan. Ji siyasta Gulser tirsiyan û parlamenteriya wê xistin. Ev berxwedana azadiyê û ya jinan e. Heta ku hemû zindan bên valakirin wê berxwedana me berdewam bike. Em ê berxwedana xwe wekî jinan berdewam bikin."
'Em ê wekî jinan li ber xwe bidin û we têk bibin'
Pervîn di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Em nabin mêr em jin in... Em ê wekî jinan li ber xwe bidin û wekî jinan we têk bibin. Di vê berxwedanê de bi îtîfaka jinan ku me pêk anîye em bang li hemû jina dikin ku em bi hev re bi ser kevin. Tu tiştekî me ku em di vê riyê de winda bikin tune ye. Me li vî weltî dît ku dayik çaw digirîn û bi sirgûnan re rûbirû dimînin. Lê em ê ji îro û pêde ji bo dayikan berxwedaneke mezin bidin. Ji ber vê em li bendê ne ku jinên rêhevalên me yên li Amedê behtir li ber xwe bidin û bixebtin. Em ê bi berxwedanê aşîtiya bi rûmet bînin vî welatî."
'Divê jên li pêş cihê xwe bigrin'
Herî dawî Sekretera Giştî ya KESK'ê Gulîstan Atasoy axivî û got ku wna bêriya qadan kiriye. Gulîtan anî ziman ku jin piştî gelek zoar û zahmetiyan daketine qadan û wiha berdewam kir: "Ez hemû jinên berxwedêr silav dikim. 8'ê Adarê berxwedan e û azadî ye. Ji bo jinên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn cîhan qet xweş nebûye. Bi êrîşên li se jinan dixwazin desthilatdariya xwe berdewam bikin. Ji ber ku ji hêza jinê ditirsin. Heroj qanûnên ku tacîzkar û tecwizkaran diparêzin derdixin."
Mîtîng bi stranên Mizgîn tahîr û govenda jinan bidawî bû.