Besîme Konca: Heta ku em azad nebin em nasekinin

  • 16:48 8 Adar 2018
  • Rojane
WAN - Mîtînga ku li Wanê û ji aliyê Platforma Jinê ya Axtamarayê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest pê kiribû bi govendê bi dawî bû. Jinên ku barîqat derbas kirin gotin:"Heta ku em azad nebin em nasekinin."
 
Mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê ku li Wanê û ji aliyê Platforma Jinê ya Axtamarayê bi şîara "Ji 8'ên Adaran em diherikin demên Xwebûnê" li Parqa Mûsa Anter hat lidarxistin bi hezaran kes bi dirûşma "Jin jiyan azadî" beşdar bûn. Piştî peyama Fîgen Yuksekdag bi gotina stranên Koma Arjîn jinan govend gerandin. Piştî stranên Koma Arjîn nameya Leyla Guven a ku di girtîgehê de ye ji aliyê parêzera wê Esra Akgun ve hat xwendin. Leylayê di nameya ku şandibû de 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got:"Bi vê têkoşîna xwe hûn ê şîmaqekê li rûyê faşîzmê xînin." Berdevka Jinan a HDP'ê Besîme Konca anî ziman ku heta ku ew azad nebin nasekinin. 
 
'Li sîstema mêtingeriyê û newekhev jin têdiokoşin'
 
Piştî xwendina peyaman helbestên ku zarokên Wanî xwendin ji aliyê jinan bi tililiyan û çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
Berdevka Jinan a HDP'ê Besîme Konca jî axivî û wiha got: Em li her qadên serîhildanê bin. Îro gelek hevalên me ne li ba me en û di zindanan de ne. Em 8'ê Adara hevalên me yên jin ên ku di zindanan de ne pîroz dikin. Hevalên me ji ber ku li dijî rejîma qesrê serî netewandin ew xistin zindanan. Sisê Bingol 74 salî ye û îro li Girtîgeha Tersûsê dîl tê girtin. Di şexsê Dayika Sisê de şermeke pir mezin tê jiyîn. Em girtina Dayika Sisê ya nexweş qebûl nakin. Divê hemû girtiyên jin û zarok bên berdan. "
 
'Jin dîregê demokrasî, azadî û aştiyê ne'
 
Besîmeyê anî ziman ku ew hişmendiya ku jinê hepsî malê dike qebûl nake û wiha got:"Bi salane ku em têkoşînek mezin didin. Ev bi hezar salane ku em jin di bin mêtingeriyê de tên hiştin. Lê em ê heta dawiyê li dijî vê yekê berxwe bidin. Em kedkarên Kurdistanê yên azadiyê ne."
 
'Heger em jin nebin yek mirina me dê dewam bike'
 
Besîme diyar kir ku divê jin têkoşînek hevpar bimeşînin û wiha got:"Îro parlamenterên me yên ku dîl hatine girtin parlamenteriya wan ji destên wan tên girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Rejîma Esad bi hezaran jin dîl girt. Bi taybet jinan dixin zindanan. Tu cudatiya Esad û Tirkiyeyê tuneye. Kesên ku li Efrîn, Şengal, Kobanê tên kuştin ne jin in? Heger em jin nebin yek em ê her bên kuştin."
 
Mîtîng bi stranên hunermend Hediye Alkan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.