Jinên Kobanê 8'ê Adarê pîroz kirin

  • 16:07 8 Adar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran jinên herêma Firatê li Kobanê bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Serdemê" 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  pîroz kirin.
 
Bi hezaran jinên herêma Firatê bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî","Bijî Berxwedana Efrînê" û bi bilindkirina posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran û alên Kongra Star, YPJ/YPG û alên TEV-DEM, Cejna Jinên Cîhanê bi meşekê pîroz kirin. Meş ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û ber bi Qada Jina Azad ve domiya.
 
Meş ji bo bîranîna têkoşeran bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Meclisa Sûriyeya Demokrat (MSD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep, Partiya Yekîtî û Partiya Kurd a Sûriye Demokratîk 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û serkeftin ji Berxwedana Serdemê re xwestin.
 
Paşê li ser navê Saziya Yekîtî û Piştgiriya gelan Xezne Celal peyamek xwend.
 
Her wiha li ser navê Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) Hebûn Êto axivî. Hebûnê destpêka axaftina jinên têkoşer û jinên ku cihê xwe di berxwedana Serdemê de digirin bibîr anîn û wiha got: "Ez roja 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê jinên Ereb, Kurd, Suryan, Êzidî û Turkmenan pîroz dikin."
 
Meş bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi gerandina govendê bidawî bû.